beşdariya “Dersên Zimanê Zikmakî” li ser daxwaza dê û bavan e û ne mecbûrî ye.
Her wiha nota dersê ji bo derbaskirin û yan jî nederbaskirina polê ne xwedî rol e.
Lê belê xwendekarên nû ji pola 6an û pê de dest pê dikin, piştî beşdariya ezmûnekê dikarin zimanê xwe wekî “Dersa Zimanê Biyanî” jî hilbijêrin.
Nota vê dersê wekî notên asayî tê hesêbê. Di serdema dibistanê ya 2023/2024an bi vê minasebetê du xwendekar ji bo kurdî beşdarî vê ezmûnê bûn lê vê serdemê ti kes beşdar nebû.
Her wiha eyaleta Rheinland-Pfalz ji bo “Dersên Zimanê Zikmakî” yên 19 zimanên curbicur par ji budceyê 10 milyon Euro xerc kir.
Brandenburg
Eyaleteke din a ku di çarçoveya “Dersên Zimanê Zikmakî” de dersên Kurdî lê tê dayîn jî Brandenburg e.
Dersên kurdî ji 2018an ve li vê eyaletê tên dayîn.
Li gorî agahdariyên Wezareta Perwerdeyê ya Brandenburgê li wê eyaletê di serdema xwendinê ya 2023/2024an de li 2 dibistanan 27 xwendekar beşdarî dersên Kurdî bûn.
Her wiha li eyaletê derfeta ku xwendekar ji pola 6 heta 13an beşdarî “Ezmûna Piştrastiya Zanîna Zimên” bibin û bi wî awayî zimanê wan ê dayikê wekî dersa “Zimanê Biyanî” were pejirandin heye.
Notên vê dersê ji bo mayîn û yan jî derbaskirina polê derbasdar in.
Wekî mînak serdema xwendinê ya 2022/2023yan 7 xwendekar tevlî vê ezmûna bi Kurdî bûn.
Ji hêla din ve Wezareta Perwerdeyê ya Eyaletê ji bo Kurdî û zimanên din serdema borî ya dibistanê 530 hezar euro ji budceya xwe terxanî “Dersên Zimanê Zikmakî” kir.
Berlîn
Li Berlînê ji sala 2020î ve dersên Kurdî wekî “Dersên Zimanê Biyanî” tên dayîn.
Mamosteyek hem ji bo Kurmancî û hem jî ji bo Kirmanckî/Zazakî li 4 dibistanan dersan dide xwendekaran. Dersên kurdî hefteyê 2 saet in.
Saarland
Eyaleta ku herî dawî dest bi dayîna dersên Kurdî kiriye Saarland e.
Li Saarlandê dayîna dersa Kurdî sibata îsal dest pê kir.
Li wê eyaletê jî dersên Kurdî di çarçoveya “Dersên Zimanê Zikmakî” de têne dayîn.
Bi giştî 58 şagirt hefteyê du saetan piştî nîvro li 3 dibistanên seretayî û li lîseyekê diçin dersên Kurdî.
Ji bo dersên li her çar dibistanan 2 mamosteyên Kurdî pewirdar in.
Li Eyaleta Hamburgê elaqeya dersên Kurdî
Li Almanyaya ku nêzîkî 3 mîlyon Kurd lê dijîn, eyaleta Hamburgê mînakeke berbiçav a bêelaqetiya hem sazî û hem jî ya dê û bavên Kurdan a ji bo dersên Kurdî yên li vî welatî ye.
Li Hamburgê dayîna dersên Kurdî yên li dibistanên eyaletê sala 1994an dest pê kir.
Li gorî daneyan serdema xwendinê ya 2001/20021ê li 5 dibistanan derdora 150 xwendekarî beşdarî dersên Kurdî bûn.
Serdema xwendinê ya 2007/2008ê ji ber nebûna eleqeyê êdî dersên Kurdî tenê li dibistaneke wê eyaletê hatin dayîn.
Ev demeke êdî dersên Kurdî nayên dayîn.
Daîreya Dibistanan a Hamburgê derbarê rewşa niha ya dersên Kurdî ragihand ku car caran xwendekar û yan jî dê û bav dersên Kurdî ji wan dixwazin lê belê ji ber ku xwendekarên vê daxwaziyê dikin ji hêla herêmî ve ji hev gelekî berbelav in, çêkirina komên dersê li gorî plan û li gorî temenê xwendekaran pêkan nabe.
Wezaretê zehmetiyeke din jî wekî nebûna mamosteyên Kurdî yên kalîfiye û nebûna meteryalên Kurdî destnîşan kir.
Nebûna bernameya bingehîn a fêrbûna Kurdî jî wekî zehmetiyeke din a pêkanîna dersên kurdî li Hamburgê hat nîşandan. (Rûdaw)