Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê 4 ciwanên Kurd ên ku di pêşwaziya hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê de Alaya Kurdistanê vekirin hatin desteserkirin.
Roja pêncşemê ji bo pêşwaziya hêzên ewlehiyê yên hikûmeta nû ya Şamê ku çûne Efrînê, xelkê ku bi awayekî xwezayî li hev kom bûbû alayên Kurdistanê û Sûriyeyê vekirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku 4 ciwanên Kurd ên ku di pêşwaziyê de Alaya Kurdistanê vekirin îro hatin desteserkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da zanîn:
“Polîsê Leşkerî yê girêdayî Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreşger û Mixalif ên Sûriyeyê, 4 ciwanên ku di dema gihiştina hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê ya li Efrînê de Alaya Kurdistanê vekirin, desteserkirin.”
Hat diyarkirin ku yek ji wan ciwanên hatine desteserkirin Mihemed Ebdulqadir Ehmed e û ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye.
Navên her sê kesên din hîn ne zelal in.
Li gorî agahiyên rêxistinê, her çar kes serê sibehê hatine desteserkirin û ew birine cihekî nediyar.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê roja pêncşemê piştrast kir ku hêzên ewlehiyê gihiştine Efrînê.
Wezaretê derbarê sedema serdanê ti agahî nedan.
Hinek Kurdên li Efrînê, bi rakirina alayên Kurdistanê û Sûriyeyê hêzên ewlehiyê pêşwazî kir.
Ev helwest wekî nîşaneya dilxweşiya ji îhtimala derketina komên çekdar hat şirovekirin.
Rûdaw