Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre da zanîn ku ew bi HSD û komên çekdar re di nava diyalogê de ne da ku bikevin bin sîwana Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê.
Murhif Ebû Qesre diyar kir ku şerê bi HSDyê re dê bibe gola xwînê.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê ji medyaya Amerîkayê re axivî.
Murheb Ebû Qesra diyar kir ku ew dê destûrê bidin hêzên Rûsyayê li Sûriyeyê bimînin.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê da zanîn ku ew li gel Amerîka û Tirkiyeyê derbarê paşeroja baregehên wan ên li Sûriyeyê gotûbêjan dikin.
“Dibe em rê bidin mana hêzên Rûsyayê”
8ê Kanûna Pêşîn a 2024an komên çekdar hikûmeta Beşar Esed rûxand û Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir.
Wê rojê Beşar Esedê Serokê Sûriyeyê û malbata wî çûn Rûsyayê, pişt re wan koman hikûmeteke demkî pêk anî.
Rûsya yek ji hevpeymanên mezin ên rejîma Esed bû û ev komên ku aniha Sûriyeyê îdare dikin li Îdlib û Helebê ji aliyê Rûsyayê ve bi sedan caran hatin bombebarankirin.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê dibêje, piÅŸtî rûxandina Esed dan û standina Rûsyayê yên bi Sûriyeyê re “gelekî” baÅŸtir bûne.
Murhif Ebû Qesre li ser mayîna hêzên Rûsyayê ya li Sûriyeyê got, “Di siyasetê de, dijminê hertimî tune.
Eger sûda wê ji bo Sûriyeyê hebe, dibe rê em bidin mana hêzên Rûsyayê.”
29ê Çiliya Paşîn a 2025an Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov tevî şandeyeke çû Şamê û bi berpirsên hikûmeta demkî ya Şamê re civiya.
Murhif Ebû Qesre di berdewamiyê jî de got, “Dema Esed biryar da here Rûsyayê, wî wisa bawer dikir ku ne mumkin e em û Rûsya li hevdû bikin.
Dibe ku em pêwendiyan bi awayekî baÅŸ bikin ku berî her tiÅŸtî xizmetê ji berjewendiyên Rûsya û Sûriyeyê bike.”
“Rêya leÅŸkerî bi HSDyê re dê bibe gola xwînê”
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê li ser rêkxistina hêzan jî wiha got:
“Nêzîkî 100 komên çekdar diyar kir ku ew amade ne bikevin bin sîwana Wezareta Parastinê lê çend komên çekdar ên li başûrê Sûriyeyê ne razî ne.
Murhif Ebû Qesre eÅŸkere kir ku ew bi HSDyê re di nava diyalogê de ne da ku bi rêya dîplomatîk wî karî bikin ji ber ku ew bawer dike ÅŸerê bi HSDyê re dê li Sûriyeyê “bibe gola xwînê.”
Wezîrê Parastinê da zanîn ku ew dixwazin HSD bikeve nav Wezareta Parastinê lê ne wekî yekîneyeke serbixwe û bi temamî di bin erkê wezareta wan de be.
Wezîrê Sûriyeyê amaje pê kir ku ew dixwazin bi diyalogê bi wan re li hev bikin û bigihîjin “çareseriyeke aÅŸtiyane” lê ji bo her îhtimalê jî amade ne.
Li gorî gotina wezîr, erkê rêkxistina hêzan karekî gelekî giran e û got, “Di çend mehên pêş de beÅŸeke zêde ya porê min dê spî bibe.”
Hefteya borî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê ji medyaya Îsraîlê re got:
“Ji aliyê leÅŸkerî û îdarî ve, Sûriye bûye çend herêmên cuda. Bakur û rojhilat di bin desthilata Rêvebiriya Xweser de ne.
Li herêmên qeraxa deryayê rewşeke taybet heye.
Durziyan îdareyeke taybet û hêza xwe ji bo parastina herêmên xwe heye.
Li ÃŽdlibê û derdorê îdare û hêzên din hene.”
ÃŽlham Ehmed bawer dike ku komkirina van hemû hêzan di bin sîstemekê de “dê bibe sedema ÅŸerê navxweyî û ev yek jî dê ji aliyê hêzên cuda yên Sûriyeyê neyê qebûlkirin.”
Îlham Ehmedê di berdewamiyê jî de got:
“Ti pirsgirêka me nîne ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin beÅŸeke Wezareta Parastinê yan jî bibin beÅŸek ji artêşa Sûriyeyê lê pêwîst e lîwayên wan ên taybet û hebin û tevlî serkirdayetiya artêşê jî bibin.”
“Em bi Tirkiye û Amerîkayê re di diyalogê de ne”
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê ragihand ku ew li ser mayîna hêzên Amerîka û Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê bi berpirsên wan welatan re gotûbêjan dikin.
Wezîr got ku rêkeftina wan bi Enqereyê re dikare bibe sedema “belavbûna” hêzên wan li axa Sûriyeyê.
Hêzên Amerîkayê ji sala 2015an ve wekî beşek ji Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê ne û wekî piştgireke bihêz a HSDyê tên hesibandin.
Li çend herêmên cuda yên Rojavayê Kurdisanê baregehên leşkerî yên Amerîkayê hene.
Li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê ne.
Berdevkê Lîwaya Bakur a Demokrat a HSDyê Mehmûd Hebîb doh ji Rûdawê re ragihand ku ne tenê hêzên Amerîkayê gelek hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê hene.
HSD: Em dê çekên xwe daneynin
Berdevkê Lîwaya Bakur a Demokrat daxuyand ku nabe HSD çekên xwe deyne û got:
“HSD hêzeke xwedî tecrûbe ye û dikare li bajaran û li ser sînoran ewlehiyê biparêze. HSD dikare bibe hêza serekî ya artêşa Sûriyeyê.
HSD di şerê li dijî terorê de xwedî tecrûbe ye. Piştî ku desthilata berê hat rûxandin, HSD dikare bibe hêza serekî û bihêz a Sûriyeyê.
Niha li Sûriyeyê ti hêz wekî HSDyê ne rêxistinkirî û ne bihêz e.
Pirsgirêk ne nav e, ka gelo ew hêz çi erkê bistîne pirsgirêk ew e.
Niha HSD bi vî navî şerê DAIŞê dike û herêmeke berfireh a Sûriyeyê diparêze.
Eger HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibe nav nabe pirsgirêk. Em navan nakin pirsgirêk, ji bo Sûriyeyê perspektîveke me ya berfireh heye.
Ne durist e ku behsa radestkirina çekan were kirin. Dema tu çekan deynî tu dibî kesekî sivîl.”
HSD naxwaze çekên xwe radestî ti kesî bike. Eger çek di destê HSDyê de be û ew çek girêdayî dewletê be ew baÅŸtir û pratîktir e.”
Rûdaw