Li berdewamiya binçavkirin a welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îtilaat û navendên din ên ewlehiya rêjîmê, çendîn welatiyên din jî hatine binçavkirin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.
Pêka rapora “Kolber News”ê roja Çarşemî 17ê Rêbendanê, hêzên hov ên îtilaat rêjîmê li bajarê Sinê de çalakvanê kedkarî “Kameran Saxtimanger” bi awayekî tundûtîj li şeqama “Camî” ya bajarê Sinê de binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.
Ji aliyê din ve li roja Sêşemî 16ê Rêbendanê, “Ehmed Hesenzade”, bavê Şehîd “Mihemed Hesenzade” bo derbaskirina 3 heyv sizaya sepandî ya girtîgehê, hate binçavkirin û bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Bokanê hate veguhastin.
Herwisa li vê rojê de welatiyekî xelkê bajarê Mihabadê yê bi navê “Kamil(Mihemed) Îsmaîlîazer” ku ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi tohmeta hevkarî digel Hizbeke Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê, 6 heyv girtîgeh bi ser de hatibû sepandin, bi awayekî hovane û tundûtîj, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li mala navbirê de li gundê “Qela Hesen”ê ser bi bajarê Mihabadê, hate binçav û bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Mihabadê hate veguhastin.
Herwis roja Duşemî 15ê Rêbendanê, welatiyekî xelkê bajarê Seqizê yê bi navê “Hawrê Şafi`î” yê temen 40 salî, ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Seqizê de bê belgeya yasayî û bi awayê xoserane li cihê karê wî de binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin. (KM)