Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî û Konsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu civiyan.
Konsulxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê derbarê hevdîtina Topçu û Talebanî de li ser hesabê medyaya civakî bi Tirkî û zaravayê Soranî yê Kurdî daxuyaniyek belav kir.
Konsulxaneya Tirkiyeyê daxuyaniya xwe de wiha got:
“Me bi Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Îraqê Qûbad Talebanî re hevdîtinek li ser mijarên rojevê pêk anî.
Em bi dilgermî li ser danûstandinên avakirina hikûmeta nû ya herêmê, pejirandina guhertina Yasaya Budceyê ya li Parlamentoya Îraqê, hinartina petrolê û bipêşketinên herêmî û cîhanî axivîn.
Ji ber mêhvanperweriya wî ya nazik em spasiya ji bo birêz Qûbad Talebanî dikin.”
Li aliyê din Qûbad Talebanî jî derbarê heman mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan bi Konsulê Tirkiyeyl Erman Topçu re li ser bipêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê gotûbêj kiriye.
Li aliyê din Kompanyaya Turkish Airlinesê ya Tirkiyeyê ji 3yê Nîsana 2023yan ve geştên xwe yên ji bo Balafirgeha Silêmaniyê ragirtiye.
Tirkiye destûrê nade wan balafirên ku diçine Silêmaniyê û ji Silêmaniyê radibin di ser asmanê wê re bifirin.
Berpirsên Tirkiyeyê amaje bi wê yekê dikin ku PKK li Silêmaniyê bihêz bûye û hêza wê gihiştiye heta nava Balafirgeha Silêmaniyê û ev jî ji bo ewlehiya geştên asmanî metirsî ye.
Rûdaw