Komîsyona Zimanê Dayîkê ya Baroya Rihayê derbarê dersa bijarte ya Kurdî got, “Her çi qasî ku ev mafê zimên bi Qanûna Esasî nehatibe dayîn jî mafekî muhîm e ji bo miletê me.”
Baroya Rihayê ji bo dersa Kurdî bangî malbatan kir û got, “Divê malbat jî bibin beşek ji dersên bijarte yên Kurdî.”
Komîsyona Zimanê Dayîkê ya Baroya Rihayê derbarê dersa bijarte ya Kurdî daxuyaniyek da û diyar kir ku wan salên borî dibistan ziyaret kirine û wan li ser astengiyên li pêşiya hilbijartina dersên zimanê Kurdî lêkolîn kiriye.
“Birêvebiriyên dibistanan berpirsiyariyên xwe bi cih neanîne”
Komîsyonê da zanîn ku çavdêriya wan di vê mijarê de ew e ku birêvebiriyên dibistanan berpirsiyariyên xwe bi cih neanîne.
Her wiha Komîsyona Zimanê Dayîkê di daxûyaniya xwe de bal kişandiye ser wê yekê ku ne tenê rêveberiyên dibistanan divê hemû sazî û civak di vê mijarê de hişyar bin û malbat jî bibin beşek ji vî karî.
Komîsyonê di daxûyaniya xwe de wiha got:
“Wekî hûn jî dizanin ji sala 2012an û vir ve li Tirkiyeyê dersên bijarte yên Kurdî tên dayîn û her sal ji bo hilbijartina van dersan muhletek tê dayîn.
Em bi vê wesîleyê bînin ziman:
Hilbijartina dersên bijarte îsal 3yê Sibatê dest pê kir û hin ji berdewam dike. Ev pêvajo dê 17ê Sibatê bi bi dawî bibe. Yanî divê xwendekarên me heta 17ê Sibatê tercîha xwe bikin.
Ev dersên bijarteyên Kurdî ku li Turkiyeyê tê dayîn, divê ji bo demokrasiya Turkiyeyê wekî pêşdeçûneke girîng were dîtin.
Her çi qas ku ev mafê zimên bi Qanûna Esasî nehatibe dayîn jî dîsa mafekî muhîm e ji bo miletê me. Divê em li ser dersên bijarte hewl bidin û ku çi ji destê me were em bikin.
“Tikiyeyê çend peymanên navneteweyî îmze kirine”
Meseleya me ya din jî ev e ku Tirkiye li ser mafên zarokan gelek peymanên navnetewî îmze kirine.
Tirkiyeyê di van peymanên navnetewî de li ser zimanên zikmakî hin `îtîrazên xwe` nîşan dane.
Lazim e ku ev îtîraz bi temamî werin rakirin ku bi wî awayî rewşeke erênî di nav civaka komara Tirkiyeyê de biqewime. Hêvîya me ev e ku dê rojekê ew xwestina me jî were cih.
“Axaftina bi Kurdî bi lez kêm dibe”
Îro divê ev ders were tercîhkirin, ji ber ku hejmara axaftina bi Kurdî di nav neslên nû de bi lez kêm dibe.
Gelê guhdaran, li ser dê û bav û mezinan gelek mesûliyet hene. Tehlikeya asimilasyonê hêdî hêdî cihê xwe ji oto-asimilasyonê re berdidi.
Rêya herî baş a pêşîlêgirtina vê problemê ew e ku, divê em hem li dibistanê hem jî li malê zarokên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bikin.
Ji bo vê jî divê em bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin.
Ger em vê nekin, em dê mîrasê bi hezar salan ku ji îro re maye em dê wenda bikin.
Ger em vê nekin, yanî ku em mesûliyetên xwe yên li ser zarokên xwe bi cih neynin, em dê bi destê xwe zincira zimanê Kurdî hilqetînin.
Ji ber vê yekê em wekî Komîsyona Zimanê Dayîkê ya Baroya Rihayê girîngiya hilbijartina vê dersê ji bo miletê xwe bi bîr tinin.
Meseleya me ya din jî ev e ku hin pirsgirêk di pêvajoya dersên dijarte de derdikevin holê.
Pirsgirêkên ku di vê pêvajoyê de derdikevin holê em dişopînin û ji îdareya dibistanan re û ger hewce bike em ji saziyên din re jî dişînin.
Komîsyona Zimanê Dayîkê ya ku baroya me bi heman armancê ava kir, di vî warî de xebatên xwe didomîne.
Bê guman karê me ye ku ev mafê ku bi awayî fermî hatiye naskirin em dê teşwik bikin û bidin tercîhkirin.
Di van salên dawî de me bi vê armancê ziyareta dibistanan kir. Me guh da îdareya dibistananku çima nikarin van dersa bidin zarokan.
“Hinek îdareyên dibistanan gelekî ditirsin”
Helbet gelek sedem ji me re anîn zimên. Me dît ku hinek îdareyên dibistanan gelekî bi tirs in û dil nakin ku li wa dibistanan fêrgeha zimanê Kurdî were vekirin.
Ji me re behsa rewşa burokrasî û civakê kirin û wan ev mijar jî wekî sedem raber kir.
Dîsa jî em hêvî dikin ku îdareyên dibistanan di vî warî de wezîfeyên xwe êdî bila bînin cih. Komîsyona me dê di vê pêvajoyê de jî dîsa hin dibistanan ziyaret bike.
Ji bo agahdarkirinê broşurên li ser dersên bijarte hatine çapkirin dê dîsa ji aliyê me ve werin belavkirin.
Em li pêş raya giştî ji bo nêzîkî û piştgiriya wan a li ser mafên mirovan ên bingehîn spasiya Rêveberiya Baroya Rihayê dikin.
Wekî Sazîyeke Hiqûqnas em soza xwe ya ji bo mafên mirovan a ningehîn dubare dikin û spasiya her kesî dikin ku beşdarî daxuyanîya me ya çapemeniyê bûn.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku sala perwerdeyê ya 2025-2026an li dibistanên navîn bên dayîn dest pê kir.
Xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarên heta 17ê Sibatê dersa Kurdî hilbijêrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse