Nûnerê Serok Barzanî dê li Rojavayê Kurdistanê bi ENKS û Mezlûm Ebdî re bicive.
Nûnerê Serok Mesûd Barzanî Ebdulhemîd Derbendî dê îro Rojavayê Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re bicive.
Çavkaniyeke taybet a ku nexwest navê wê were eşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand ku Ebdulhemîd Derbendî dê pêşî li Hisîçayê bi Mezlûm Ebdî re û pişt re jî li Qamişloyê bi ENKSyê re bicive.