Ji Îranê Tetbîqata Berevaniya Asmanî li herêma Kargeha Nukleerî ya Fordoyê

Hêzên Çekdar ên Îranê, li herêmên rojava û bakurê welat ku Kargeha Nukleerî ya Fordoyê jî tê de ye, dest bi manevrayên berevaniya asmanî ya bi navê “Îqtidar 1403” kir.

Hate ragihandin ku li herêmên rojava û bakurê welat ku Kargeha Nukleerî ya Fordoyê jî tê de ye, tetbîqata berevaniya hewayî ya bi navê “Îqtidar 1403” dest pê kiriye.

Di tetbîqata ku îro sibehê bi pêşengiya Hêzên Berevaniya Hewayî ya Îranê pêk hat de, yekîneyên moşekan, sîstemên radarê, tîmên çavdêriyê yên projeya “Besîret”, yekîneyên şerê elektronîk (CENG), sîstemên xapandin û şaşkirina berevaniya hewayî û amûrên hewayî yên bi mirov û bê mirov cih girtin.

Hat diyarkirin, armanca vê tetbîqatê bilindkirina asta amadekariya leşkerî ya herêmê û zêdekirina kapasîteya amadekariya leşkerî ye. Hêzên Asmanî yên Îranê hem operasyonên êrîşê hem jî yên parastinê pêk anîn.

Li gorî medyaya Îranê, mebesta bi tetbîqatê şiyana berevaniya bibandor li hemberî êrîş û gefên muhtemel li herêmên stratejîk e ji bo bersivandineke lezgîn.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *