Piştî mehekê ji rûxandina rejîma Beşar Esed, civînên nû yên Sûriyê ku li Riyadê hatin lidarxistin, ji bo gotûbêjkirina rewşa niha û rêyên piştgirîdayîna mirovî û siyasî yên ji bo Sûriyeyê, bi beşdariya wezîrên derve yê welatên Ereb û rayedarên navneteweyî destpê kirin.
Wezîrên karên derve yên welatên Ereb, bi serokatiya Wezîrê Derve yê Erebistana Sihûdî Mîrzade Faysal Bîn Ferhan û bi amadebûna Sekreterê Giştî yê Komkara Ereb û Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariya Kendavê (GCC) dest bi civînê kirin.
Wezîrên derve yên Misir, Sûriye, Qeter, Îmarat, Urdun, Uman, Lubnan û Behreynê beşdarî civînê bûn.
Piştî civînê, wezîrên derve yên welatên rojava ku di nav wan de Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Nûnerê Bilind ê Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Polîtîkayên Ewlehiyê yên YEyê jî hene, wê beşdarî wezîrên welatên Ereb bibin.
Baerbock: Hêviyek nû heye, lê rewş pir guherbar e
Piştî civînê Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ji çapemeniyê re axivî û got: “Hêviyek nû heye. Her ku em li ser navê hemû gelên Sûriyeyê ji bo diyalogeke siyasî ya dadwer û pêvajoya jinûve avakirina hêzên Sûriyeyê, şansê me yê serketinê zêdetir dibe. Lê belê divê ev pêvajo ji aliyê Sûriyeyiyan bi xwe ve bê birêvebirin. Piştgiriya yekgirtî ya welatên ku îro li vir civiyane, wê alîkariya vê pêvajoyê bike.”
Baerbock wiha dom kir û got: “Rewşa Sûriyeyê pir guherbar e. Me ev yek di tundûtûjiya nû ya ku di rojên dawî de derket holê de dît.”
Baerbock balê kêşa ser wê yekê ku hebûna aktorên sereke yên li Riyadê, ji bo Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, ji bo pêvajoyên aştiyê bên jîyîn pir girîng e.
Brîtanya ji civînê xweşbîn e
Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Birîtanyayê David Lammy ragihand ku civîna Riyadê ya bi serkêşiya welatên Ereb pêk hat, wê balê bikêşe ser gavên siberojê yên civaka navneteweyî da ku ji bo piştgirîkirina desthilata demkî ya Sûriyeyê. Lammy destnîşan kir ku mekanîzmayên ku wê rêjîma Esed ji tawanên şer ên ku li dijî gelê Sûriyeyê pêk aniye berpirsiyar bigire giring in û divê tafilê bêne avakirin.
David Lammy tekez kir ku welatê wî pabendî gelê Sûriyê ye û bi tevahî piştgiriya veguheztina siyasî dike ku wê bibe sedema avakirina hikûmeteke berfireh û ne mezhebî ya Sûriyeyê.
PK