Rêxistinên Amerîkayê têkildarî êrişên komên çekdar ên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê yên li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nameyek ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re şand.
Komeleya Dostên Kurdistan yên Amerîkî, Yekîtiya Siryanî ya Amerîkayê, Hevpeymaniya Rojhilata Navîn a Amerîkayê ya ji bo Demokrasiyê, Komîteya Niştimanî ya Ermenî ya Amerîkayê, Serkirdayetiya Helenî ya Amerîkayê, Saziya Parastina Xiristiyanan, Tora Çalakiya Medenî ya Îsraîlî-Amerîkî û Foruma Rojhilata Navîn nameyek ji Bidenî re şand.
Rêxistinan di nameya xwe de qala rewşa bajarê Kobaniyê kir û nîgeraniyên xwe derbarê tevgerên komên çekdar ên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” yên li herêmê der birîn.
Di nameyê de hat gotin: “Em bangî Îdareya Biden dikin ku gavên bilez bavêje ji bo rawestandina êrişên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê piştgirîkirin li ser Rêveberiya Xweser.”
“Bila Amerîka cezayan li Tirkiyeyê bisepîne”
Rêxistinên Amerîkî daxwaz dikin ku “eger Tirkiye bi binpêkirinên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên di bin desthilata HSDyê de berdewam bike, bila Amerîka cezayan li ser ferz bike.”
Her wiha amaje pê dikin ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê sûcên şer û binpêkirin pêk anîne.
Rêxistinên Amerîkî kopiyeke nameyê ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin û Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan re jî şandiye.
“Pêbaweriya wê ya wekî hevparê NATOyê xera dike”
Di nameyê de hat gotin: “Hegemonyaya emperyalîst a Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê, pêbaweriya wê ya wekî hevparê NATOyê xera dike û erkên wê yên navneteweyî dixe bin lêpirsînê.”
Di nameyê de behsa rewşa Heleb û Minbicê jî hatiye kirin û hatiye gotin ku bombebaran û topbarankirina van deveran bûye sedema koçberbûna zêdetir ji 100 hezar kesî.
Rêxistinên Amerîkî di nameya xwe de daxwaz dikin ku Îdareya niha ya Amerîkayê di cih de van xalan pêk bîne:
1. Agirbesteke mayînde pêk bîne ku tê de naskirina statû û yekparçeyiya axa Rêveberiya Xweser bê pejirandin; her wiha dawî li bihêzkirina hêza leşkerî ya Tirkiyeyê li derdora Kobanî û deverên di bin desthilata HSDyê de bê anîn.
2. Piştgiriyên xwe yên ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk bidomîne û di warên îstixbarat, leşkerî û şêwirmendiyê de alîkariyên xwe yên ji bo HSDyê berdewam bike.
3. Eger Tirkiye li ser êrişkirina Kobanî û deverên di bin desthilata Kurdan de israr bike, cezayên tund li ser wê ferz bike.
4. Parastina pêkhateyên neteweyî û olî yên Sûriyeyê bike, di nav wan de Elewî, Durzî, Kurd, Tirkmen, Êzidî û Xirîstiyan.
5. Di nasandina Heyeta Tehrîr El Şamê wekî komeke terorîst de berdewam be, heta ku ev hêz pabendî misogerkirina mafên jinan û mafên pêkhateyan bibe.
Rûdaw