Serok Mesûd Barzanî bi şandeya serkirdayetiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re civiya.
Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Baregeha Barzanî di daxuyaniya de diyar kir ku pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û helwesta Kurdan hatine gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de Serok Barzanî “tekezî li ser piştgiriya doza gelê Kurd a li Sûriyeyê û pêwîstiya yekrêzî û yekhewlestiya aliyên Kurdî û berçavgirtina berjewendiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê û girîngiya diyalog û rêkarên aştiyane kir.”
Baregeha Barzanî di daxuyaniya xwe de her wiha anî ziman:
“Serok Barzanî pêşwazî li şandeke serkirdayetiyê ya ENKSyê kir.
Roja Çarşemê 8ê Kanûna Paşîn a 2025an li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî şandeke serkirdayetiyê ya ENKSyê pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de derbarê rewş û pêşhatên dawî û guherînên li Sûriyeyê û her wiha helwesta aliyên Kurdî ya li hemberî guherînan guftûgo hatin kirin.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî li ser piştgiriya doza gelê Kurd a li Sûriyeyê û pêwîstiya yekrêzî û yekhelwestiya aliyên Kurdî û berçavgirtina berjewendiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê û bikaranîna diyalog û rêbazên aştiyane kir.”
Rûdaw