Bereyê Kurdistana Sûriyeyê peyameke heft xalî arasteyî HSDê dike

 Bereyê Kurdistana Sûriyeyê peyameke heft xalî arasteyî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike û radigehîne, “Bicihanîna van xalan û pêkanîna şanda hevpar ji bo danûstandinan bi desthilatdarên nû yên Şamê re pêngaveke giring e, pêxemetî rêgirtina li serhildana şerekî nû, gerentîkirina mafên gelê Kurd û tevlîbûna wî di piroseya siyasî li Sûriyeya nû de.”

Di wê peyamê de hatiye, di vê qonaxa hestyar û çarenivîssaz de ku Kurdistana Sûriyeyê tê re derbaz dibe, divê ew metirsî bê dîtin ku gefan li paşeroj û hebûna gelê me dike, xasma jî piştî herifandina Rijêma Esed û avêtina pêngavan ber bi avakirina sîstemeke siyasî ya nû, lewma jî Bereyê Kurdistana Sûriyeyê ev peyam arasteyî HSDê kiriye û daxwazê jê dike ku pêngavên kiryarkî û cidî li beranberî pirsên hestyar û çarenivîssaz biavêje ku ev in:

Yek: Divê bi zûtirîn dem dest bi yekalîkirina çarenivîsa zindaniyên siyasî yên Kurd û bidawîanîna doza girtiyan û diyarkirina çarenivîsa kesên winda bike, ku ev çend sal in li zindana Axniyonê ne. Ji bo vê yekê jî, divê bi awayekî fermî daxwaza lêborînê ji wan bike û wan ji aliyê madî û mînevî ve qerebû bike ji ber ku ev çend sal in wan eşkence dide û ji jiyaneke asayî bêpar kirine.

Du: Revandina keç û kurên sinêle bidawî bîne ku pêxemetî zêdekirina hêzên xwe yên çekdar ji xwandinê bêpar kirine û divê tevaya wan ji bo kesûkarên wan bên vegerandin.

Sê: Divê pêdaçûn ji bo bernameyên xwandin û fêrbûna perwerdeyî bê kirin, bernameyek bê amadekirin ku bi bingeh û mafên mirovan û rêzgirtina li mafên zarokan û demokrasiyê re hev bigire.

Çar: Divê bi zûtirîn dem biryara hilweşandina Rêkxistina Ciwanên Şoreşger bê derxistin, ji ber ku rolekî nerênî heye û berevajî hemî nirxên civakî ye, herwesa sinêleyan direvîne û wekî alavek ji bo berhingarbûna aliyên siyasî yên din ên li dijî desthilata xwesepîn tên bi kar tîne.

Pênc: Divê bi zûtirîn dem şerkerên Partiya Karkerên Kurdistanê ji Sûriyeyê bên derxistin, ji ber ku heta niha jî zirar ji bo paşeroja Kurdistana Sûriyeyê heye, ji bo ku êdî ji bo desttêwerdaneke din a derve li Kurdistana Sûriyeyê nebin behaneyek.

Şeş: Pabendbûna bi federalîzmê wekî baştirîn bijardeya siyasî ji bo daxwaziyên gelê Kurd di avakirina Sûriyeya nû de û gerentîkirina mafên gelê me di çarçoveya qewareyeke hevgirtî ji bo Kurdistaba Sûriyeyê de.

Heft: Guhertina Hêzên HSDê ji bo hêzeke niştîmanî ya Kurdên Sûriyeyê û hevgirtina wan bi hêza Pêşmergeyên Roj re di çarçoveya pilaneke darêtî de, ji bo ku bibin hêzeke hevgirtî ya Kurdên Sûriyeyê û niştîmanî, ku erkê wê parastina Kurdistana Sûriyeyê be.

Di dawiya wê ragehandinê de hatiye, “Bereyê Kurdistana Sûriyeyê bicihanîna van bingehan wekî giringtirîn pêngava bilez ji bo parastina Kurdistana Sûriyeyê di vê qonaxê de dibîne, ku rûbirûyî metirsiya şer û desttêwerdanên nû yên derve bûye, herwesa pêxemetî parastina canê welatiyên sivîl û dûrxistina şerekî nû.”

Herwesa bereyê navbirî bicihanîna van xalan wekî pêngaveke giring ji bo pêkanîna şandeke hevpar a siyasî dibîne ku nûnerîtiya gelê Kurd bike, ji bo danûstandinan bi desthilata nû ya Şamê re li ser pirsên çarenivîssaz û sîstema nû ya siyasî li Sûriyeyê.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *