ŞAM – Hakan Fîdan û Ebû Mihemed Colanî civiyan

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ebû Mihemed Colanî (Ehmed Şer) re civiya.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Şama paytexta Sûriyeyê bi serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Ebû Mihemed Colanî (Ehmed Şer) re civiya.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan çû serdana Şamê û di çarçoveya serdana xwe de bi birêvebiriya nû ya Sûriyeyê re hevdîtinek kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz, Birêvebirê Demkî yê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê Burhan Koroglu û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî yê ku demkî hatiye erkdarkirin amade bûne.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *