HSDê 2 zarokên din ên koçberkiriyên Efrînê li Şehbayê revandin

HSDê 2 zarokên din ên koçberkiriyên Efrînê li Şehbayê revandin

 

Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê, di 10 Hezîranê de 2 zarokên Kurd ên koçberkirî li dervera Şehba li gundewarê Helebê revandin.

Jêderên Welat TV ragihandin: Ciwanên Şoreşger ên ser bi HSDê ve, her yek ji Elmaz Fewzî û Sîlvana Esed Reşîd li gundê Am EL-Hoş li Şehbayê revandin û tevlî leşkeriya neçarî kir.

Jêderan anîn ziman: Her du ji koçberkiriyên Efrînê ne, Elmaz 13 salî ye û ji şêniyên gundê Nisriyê yê Cindirêsê ye, Sîlvana 14 salî ji şêniyên Çeqmaqa yê Raco ye.

Jêderên taybet diyar kirin: Gundê Am EL-Hoş li gundewarê Helebê ye bi devera Şehba tê naskirin koçberkiriyên Efrînê lê dimînin.

Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê, beriya çend rojan zaroka Kurd a ji koçberkiriyên Efrînê Roken Umo li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê revand û tevlî leşkeriya necarî kir.

Sewsen Hiso dayîka Roken Umo di rêya Welat TV bang li her aliyekî berpirs kir ku kar li ser vegerandina keça wê bikin. 

Piştî şerê Turkiyê û Rêveberiya Xweser a PYDê sala 2018an li Efrînê derdora 300 hezar Kurd ji malên xwe derketin û li kampên Şehbayê, taxên Kurdan li Helebê û deverên din bi cî bûn.  

Welat TV

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *