Akademisyen Prof. Dr. Ahmet Ozer çima hat binçavkirin û sedema bıngehîn dikare çi be?

  1. Akademisyen Prof. Dr. Ahmet Ozer

Serokê şaredariya navçeya Esenyurta Stenbolê akademisyen, Prof. Dr. Ahmet Ozer di 30ê cotmehê de hatibû binçavkirin û sedema bingehîn, li bajarê Kurdistanê, li Wanê hatiye dinyayê. Bi gotineka din akademisyen, Prof. Dr. Ahmet Ozer bi hinceta ku têkiliya wî bi PKK´ê re heye, hat binçavkirin. Ez van kerb, kîn û nefretan mîna kiryarên tam kêyfî yên li dijî kurdan dibînim. Akademisyen Ahmet Ozer Bi îdîayên bêbingeh û derew hate binçavkirin û dûvre zîndankirin.

Akademisyen, Prof. Dr. Ahmet Ozer bi hinceta ku têkiliya wî bi PKK´ê re heye, hatibû binçavkirin jî, sedem li Kiurdistanê ji dayik bûye. Lê ecêba giran ew e ku ew di rastiya xwe de ew endamê Partiya Komarî ya Gel / CHP´ê û kemalîst e. Li Tirkiyê tiştê herî dijwar kurdbûn e, Prof. Dr. Ahmet Ozer ji Kurdistanê ye û ew li Wanê ji dayik bûye. Lê mêjiyê wî wek ê Kerem Imamoglu û Ozgur Ozel e.  Ev rastî tehl e.  Bi mêjîyê ve tirk e, lê laş (cendek) kurd e. Kurd û tirk li ber qanûnên Tirkiyê ne wek hev in û di praktîkê de jî ne wek hev in. Prensîba wekheviyê tê wê wateyê ku her kes li pêşberî qanûnê wekhev e, lê kurd û tirk li pêşberî qanûna tirk ne wekhev in û ev ne wekhevî bûye sedemê kaosên mezin û komkujiyan. Li Tirkiyê kurdbûn tawana herî mezin e û kurd jî wê dixwazin. Mirov nikare bê nasnameya xwe bijî, mirov xwedî kîjan nasnameyê be mirov ew e û mirov nikare bibe kesekî/keseka din. Ahmet Ozer di sala 1960î de li bajarê Wan ji dayikê bûye û di sala 1977an de li Diyarbekirê (Amed) lîseyê qedandiye û mezûn bûye. Di sê zanîngehan (sê universîte) de sosyolojî, felsefe û perwerde xwendiye û qedandiye.

Prof. Dr. Ahmet Ozer xwedî kapasiteyeka mafên mirovahiyê ye û jê zerar nayê. Dewlet çima çete, sextekar, jinfiroş, jinkuj, zarokkuj, diz û kesên ku zerarê mirovan nagire û akademisyen Prof. Dr. Ahmet Ozer digire û avêje zîndanê. Ev neheqiyeka mezın e.  Di qata navneteweyî de jî Ahmet Ozer xwedî serpêhatî û serborîyên (tecrube) şaredariyan e. Pir heyf e ku kesekî wisan jibo ku li bajarekî Kurdistanê ji dayik bûye, bê sedem hatibe binçavkirin û zîndankirin. Ahmed Ozer 35 pirtûk nivîsîye û nivîskar e jî.

  1. Dr. Ahmet Ozer û bandora Thomas Popper, Karl Popper û Immanuel Kant

Prof. Dr. Ahmet Ozer raman û hizrên xwe ji felsefeya Thomas Popper û Karl Popper wergirtiye û ji bilî jî ew ketiye bin bandora, fîlozof Immanuel Kant. Li gorî Platon ”dewleta îdeal ji kesên xwende û fîlozofan pêktê. Armanca fîlozofan û perwerdeya wan, rehetî, jîyaneka baştirîn e. Di dewleteka wisan de fîlozof kaosê tune dikin. Yên ku dewleta herî îdeal a Platon birêve dibin fïlozof in. Ahmet Ozer di bin bandora de Thomas Samuel Kuhn maye. Teoriya Kuhn di avakirina şoreşên zanistiyê de roleka herî girîng dileyize.

Serokê şaredariya navçeya Esenyurtê Stenbolê akademisyen, Prof. Dr. Ahmet Ozer 30ê cotmehê de hat binçavkirin. Akademisyen Prof. Dr. Ahmet Ozer çima hat binçavkirin? Azadiya akademîk jibo kurdan hatiye kêmkirin û bi sedan mamoste, doktor û rewşenbîrên kurd di van salên dawîn de ji kar hatine dûrxistin. Di endeksa pêşketina mirov ya sala 2024an de Tirkiye di navbera 189 welatan de, rêza 54an cih digire. Li Tirkiyê azadiya akademîk hatiye astengkirin. Li 22 welatan azadiya akademîk kêmtirîn bûye û Tirkiye jî di nav van 22 welatan de ye. Ev pir cidî ye, ji ber ku azadiya akademîk bi pêşveçûna demokratîk ve girêdayî ye.

  1. Gotûbêjî û nîqaşa demokrasiyê

 Kurd li Tirkiyê kole ne û ji hemû mafên xwe bê par in.

Swêd welatekî herî baş e ku têde pir başî û xweşî heye. Swêd jibo kurdan û hindikneteweyan bihuşt e. “Dema dojeh bicemide dê Tirkiye bibe endama Yekitiya Ewropayê…” Nivîskarê Swêdê yê navdartirîn Jan Guillou dibêje: ”Partiya sosyaldemokratan di dawiyê de dikare ji Erdogan re bibêje ku here dojehê…”

Tirkiye wek Îran ber bi dojehê çûye. Li Tirkiyê azadiya çapemeniyê ber bi dojehê ve çûye. Dojeh û bihuşt (cinet) du cihanên cihê ne ku herdu jî, ji hêla siyasetmedaran ve hatine afirandin. Azadiya akademîk, azadiya ramanê pir girîng e jibo Tirkiye û tevahiya cîhanê. Divê azadiya akademîsyenên kurd û tirk di makezagon û qanûna bingehîn de cih bigire, bê nasîn û herwisan azadiya akademîsyenan di pratîkê de hebe.

Hin bingehên demorasiyê çi ne?

  1. Hilbjartinên azad û dadperwer jibo demokrasiyê bingeh in.
  2. Divê hiqûqa Tirkiyê, kurd û tirkan li hemberî qanûnên tirkan wek hev rêz bigire.
  3. Mafên siyasî û neteweyî yên kurdan di praktîkê de wek mafên tirkan be.
  4. Ewlehiya hiqûqî û wekheviya li pêşberî qanûnê hebe.
  5. Rêzgirtina mafên mirovan, bi taybetî yên kêmneteweyan hebe.
  6. Rêvebiriya dewletê ya ku di praktîkê de kar bibe jibo mafên kêmneteweyan hebe û herwisan di qanûna bingehîn de cih bigire.
  7. Azadiya ramanê, azadiya hizrî û çandî hebe. Divê hemû mirov bikaribin ramanên xwe, di rojname, radio an TV´ê de bikaribin bînin zimanî. Ji vê re dibêjin demokrasiya azadiya axaftin û îfadeyê. Civaka hiqûqî xwedî derfet e ku mafên mirovan biparêze.

Dewleta tirk nikare îdîa bike ku pêdiviya ewlehiya hiqûqî heye. 

Ji ber vê yekê ferd an takekes li hemberî destwerdana kêyfî ya civakê xwedî parastinê ye. Divê dadgeh û rayedarên dewletê bi ewlekariya hiqûqî tevbigerin. Dadgehên dewletê li hemberî desthilatên siyasî serbixwe be. Mafê hemû hevwelatiyan heye ku jibo dadgeheka objektîf, bêalî û adilane be, heye. Azadiya ramanê bi qanûnên bingehîn ên qanûnên Neteweyên Yekbûyî ve tê parastin. Prensîba wekheviyê tê wê wateyê ku her kes li pêşberî qanûnê wekhev e, lê kurd û tirk li pêşberî qanûna tirk ne wekhev in û ev ne wekhev bûye sedemê kaosên mezik û komkujiyan. Li Tirkiyê kurdbûn tawana herî mezin e.

Ez bi zelalî têdigihîjim ku qada hundirîn ya azadiyê bi êrîşên derve nayê talankirin û windakirin. Rêya herî baş a pêşerojê, rêya azadiyê ye. Azadiya çapemeniyê, azadiya yekem e ku divê hemû gelên dûnyayê yên li ser rûyê erdê bibin xwedî. Kevirê bingehîn ê dewleta azad, azadiya ramanê ye. Li ser azadiya ramanê li Tirkiyê- welatê bê azad û merîfet gotineka piçûk e jibo Tirkiyê.

Ez azadiya dixwazim, mafê xweparastinê, mafê hemû kurdan bi zimanê dayikê, rojên xweş dixwazım. Her kes xwedî azadiya îfadeyê ye. Azadî hêza me ya li ser xwe ye. Azadî nîşana aqil û tenduristiya ruh e.

Mînak Swêd di aştiyê de ye.  Aştî di aştiye de azadî ye. Azadî tê wateya berpirsyariyê. Azadî nîşana aqil e. Ji hemû azadiyan, azadiya ramanê, mafê axaftinê û rexnekirinê ya herî girîng e. Tenê ew milet azad e ku ji kesên din an miletekî din re azadiya xwe mehrûm neke. Hemû akademisyen ji azadiyê hez dikin û dixuye ku akademisyenên tirk hewl didin ku zerarê bidin wê. Akademisyenên tirk bêdeng in. Ne normal e, ku 30  mîlyon kurd di qanûna bingehîn a Tirkiyê de ji hemû mafên xwe bêpar be. Ev dide xuyakirin ku kurd û tirk ne bira ne. Armanca dewleta tirk ew ku gelê kurd bênasname, bêkesayet, bêrûmet û eslî windakirin bike.

 

  1. Kurte

 

Serokê şaredariya navçeya Eseryurta Stenbolê, akademisyen, Prof. Dr. Ahmet Ozer roja 30ê cotmehê bi hinceta ku têkiliya wî bi PKK´ê re heye, hat binçavkirin.

Bi hincetên bi temamî derew, sexte û destçêkirî hat zîndankirin. Li Tirkiyê azadiya akademîk tê astengkirin.  Serweriya hiquqê çawa tê avakirin? Serweriya hiqûqî/qanûnê çawa têk diçe? Li Tirkiyê dadgehên serbixwe, dadgehên destûrî yên serbixwe pêwîst in. Tirkiye di reza hiqûqê de di rêza herî jêrîn de ye. Tekoşîn jibo dewleta hiquqê dewam dike. Di dewleteka demokrat de wisan e: Desthilatdarî li gorî qanûnan tê kirin, wekheviya her kesî li pêsberî qanûnê wekhev e. Dadgehên serbixwe û desthilatdarên serbixwe xwedî sifir toleransê ne jibo bertîlgirî û gendeliyê ne. Prensîba qanûnî tê wateyê ku siyasetmendar û desthilatdar bi qanûnê  têne birêvebirin. Bertîlgirî û gengelî qedexe ye. Biryaren nerast dikarin li dadgehê bêne etîrazkirin. Tirkiye hem qada navneteweyî û hem jî, ji aliyê muxalefata navxweyî ve ji ber nebûna hiquqî tê rexnekirin. Desthilatdarî li gorî qanûnan nayê kirin. Divê dewlet, bi dadgehên serbixwe û desthilatdsarên serbixwe be ve were birêvekirin. Dive gengelî û bertîl qedexe be. ”Komîsyona Ewropî ya salane li ser serweriya qanûnê radiweste û li gorî wê ev xal girîng in:

  1. Sîstemên qanûnî.
  2. Çarçoveya dijî gendeliyê (bertîlgir).
  3. Pirrengî/pirdengî û serxwebûna medyayê.
  4. Pirsgirên sazî û yên din…”

15.11.2024

 Stokholm

Maruf Yılmaz, Dr. lêkolîner û zimanzan

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *