28 sal di ser koçkirina her du serkirdeyên Kurd de, Kemal Ehmed Derwîş Sekreterê giştî yê berê yê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya û Şêxmûs Yûsif Endamê Polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, derbas dibin.
Îro, Yekşemê, serkirde û endamên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya li goristana Qidûrbek li bajarê Qamişlo, Şehîd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif bi bîr anîn.
Di 3ê Mijdara 1996an de, her du serkirdeyên Kurd bi erkekî fermî derbarê Sermijêriya Awarte çûbûn Hesekê û li vegerê rastî bûyereke hatinûçûnê hatin û şehîd bûn.
Şehîd Kemal Derwîş di sala 1995an de, bûbû sekreterê giştî yê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, şehîd Şêxmûs Yûsif jî di 1993an de, bûbû Endamê Polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê.
Xebatkar Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif di merasîmeke cemawerî ya berfireh de li gorsitana Qidûrbeg ya bajarê Qamişlo bi xakê hatin spartin.
Welat