Amadekariyên destpêkirina danûstandinên Kurdî – Kurdî tên kirin -Video

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî da zanîn ku ew, Emerîka û welatên hevpeyman amadekariyên destpêkirina danûstandinên Kurdî – Kurdî dikin û egera serkeftinê vê carê ji her demekê zêdetir e.

Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de li gel Televizyona “Hure” got: “Niha dema wê yekê hatiye ku danûstandinên Kurdî – Kurdî careke din dest pê bikin”.

Ebdî got ku “biryar bû di meha Tebaxa bûrî de ew danûstandin bihatan kirin, lê ji ber pirsgirêkên teknîkî hatin paşxistin, û niha ew, Emerîka û hin welatên hevpeymanan amadekariyên lidarxistina wan danûstandinan dikin”.

Di vê derbarê de, Serkirdeyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Ibrahîm Biro ji Welat TV re got: “ENKSê her dem ji bo destpêkirina danûstandinên Kurdî – Kurdî amade ye, lê ya giring ew e ku aliyê din ê danûstandinan xwediyê biryara xwe be”.

*Danûstandinên Kurdî – Kurdî

16 Hezîrana 2020, danûstandinên Kurdî – Kurdî bi serperiştiya Emerîka û gerentiya Mezlûm Ebdî di navbera ENKS û PYNKê de li Hesekê dest pê kirin.

Di qonaxa yekem a danûstandinan de, her du aliyan di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand ku wan li ser ”dîtineke siyasî ya hevbeş li hev kiriye û rêkeftina Duhokê ya sala 2014an weke bingeh ji bo berdewamiya danûstandinan hilbijartiye”.

Her du aliyan li ser belgenameyeke gerentiyan ku ji 6 xalan pêk tê, îmze kir, ew xal jî ev in:

*Dubare detpêkirina danûstandinên Kurdî – Kurdî.

*Vekirina nivîsgehên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê bê molet.

*Rawestandina binpêkirinan dermafê endam û alîgirên ENKSê de.

*Diyarkirina demekê ji bo bidawîkirina danûstandinan di navbera her du aliyan de.

*Bidawîkirina şerê ragihandinê di navbera herdu aliyan de.

*Ragihandina binpêkirinên her aliyekî ku pabendiyê bi xalên rêkeftinê nake.

Di dawiya heman salê de ji ber derketina nakokiyan di navbera ENKS û PYNKê de danûstandin rawestiyan.

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *