Ji bo Narîn û Ceylanan viziyona Kurdistanî

Selim Acar

Di dawîya nivîsa xwe ya bi sernivîsa ”Dîmenên bi çavên Ceylanê di rûkeniya Narînê de” de min wisa nivîsandibû:

”… Ji bo Narînên rûken bi jiyanek bextewar û çavên Ceylanên bê xof bin!

Viziyona Kurdistanî di rûyê Narînê û di çavên Ceylanê de veştî ye!” (veşirtî ye-SA)

Di vê nivîsa xwe de dixwazim di derheqa ”Vizyon” û ”Vizyona Kurdistanî” de binivîsînim û bê min çawa di rûyê Narînê û di çavên Ceylanê de viziyona Kurdistanî dît. Navê Narîn û Ceylan sembolîk in…

Piran dezgahên nûjen xwedî vizyon in, wek dezgahên dewletan, şîrketên taybetî û yên giştî, dezgahên sivîl, civakî, siyasî, çandî ûhwd.

Bê viziyonê teoritîze bikim, bi kurt û kurmancî binivîsînim: Viziyon hêvî û xeyala ku merov dixwaze bighêjê yan jî pêk bîne. Viziyon bi gelek şewan rengê armancê dide lê ew ne armanc e. Viziyon ji armanca mezintir e.

Di bingehê xwe de du (2) karekterên viziyonê henin ku wê ji armancê cûda dikin.

Yek di armancê de wext heye, ango di kijan demê de yan jî di navbera kîjan wextan de merov dixwaze armanca xwe pêk bîne. Dema merov armancekê dixe pêşiya xwe, merov demekê dide vê armancê ku merov wê pêk bîne.

Du, di armancê de pîvan henin ku di nava dema diyar de çiqas ew pêk anîye; ev pivan dikane bi hijmaran an jî bi ji sedan (%) an jî bi şêwakî din bin, ku merov dizanibe çiqas armanca xwe pêk aniye yan jî nêzî armanca xwe bûye.

Bi kurtayî, di viziyonê de ne dema diyar e, ne jî tu şêwên pîvanê hene.

Di viziyonê de hindava (hêla) merov pêde here û bersîva  çima  merov berê xwe dide wê hêlê heye, ango viziyon felsefa merov/dezgahê ye…

Viziyon, dibê bi kurtayî bê rêsandin, di vê rêsandinê de huneriya bêjan desthildar be. Dîsa di rêsandina hevok an jî bêjan de zelalî hebe û rêsandina viziyonê dibe, zadê/xwarina mejî, dîmenên xweş ên ji bo çavan û muzîka narîn ji bo gohan be. Bi gotinek din dibê mejî têr bike û dila şad bike ku berê enerjî û pêkanîyan biherikîne wê hêla ku di viziyonê de nîşandar e, yan jî pisûla ye.

Bi van çend hevokên di derheqa viziyonê de dixwazim, zelal bikim ku min çi ”viziyon di Rûyê Narînê û di çavê Caylanê” de dît.

Di rûyê Narînê de ”bextewarî” û di çavê Ceylanê de ”xof” vedide. Dijberê ”xofê” ”ewlewî” ye.

Abraham Maslow (1908-1970) psykologê Emerîkanî di derheqa pêlikên pêwistiyan de bi navûdeng e.  Maslow pêwistiyên merovan wek pêlikan formule dike. Wek mînak, pêwistiyên fiziyolojîk, xwarin, vexwaein ûhwd, Pêwistiyên ewlewiyê, taq (xanî), parastina ji rîskan ûhw, pêwistiyên bihevre/civakî, malbat, hevaltî ûhwd, Pêwistiyên bi xwebawerî, desthildarî, hêjayî û pêlika her banî pêlika ”merov bibe ”xwe”, mînak berhemdariya çandï, hunerî û werzişeyï û hwd.

Pêwistiya ”Ewlewi”yê di çavên Ceylanê de reng vedide. Ew di nava xofê de dijî. Li welatê dagerkerî hebe, li ser wî erdzemîniyê ”ewlewî” hema hema tuneye. Li wir ”ewlewî” pêwistiyak mezin e. Ji ber vê yekê dibê di viziyona Kurdistanî de bêjeya ”Ewlewiyê” hebe ku tu zarokên kurdan di nava ”xofê” de nejîn…

Ji bo ewlewiya Ceylanên li Kurdistanê dijin, dewlet pêwist e. Bê dewlet, ”ewlewî” ne pêkan e. Her dewlet ewlewiyê misoger nake, lê bê dewletî jî ”ewlewî” ne pêkane. Dewletek nûjen, demokratîk ji bo ewlewiya Ceylanan pêwist e! Ma ev ne xeyal e? Belê xeyaleke, lê xeyaleke pêwist e ku di çavên Ceylanan de bêxofî reng vede!…

”Bextewarî” di pêlikên her jor/banî de ye û her Narînek Kurdistanî dibê bextewarî di rûyë wan de reng vede, ku civaka Kurdistanê bighêje pêlikan pêwistiyan a her bilind.

Merovên Kurdistanî di nava merovên dinyayê de û bi merovên cîhanê re yên ”bextewar” bin ku di rûyên wan de ken bipejiqin…

Ku ez pêşniyara viziyona Kurdistanî bikim ez ê viziyona Kurdistanî wisa birêsim: ”Merovê bextewar, gelê di ewlewiyê de, bi dewleta xwe, bi dewletên cîhanê yên demokratîk û nûjen re!”

Bê guman gelek çewtîtî û kêmasî di vê rêsandinê de hene.

Werin em bi hev re bi mejî û hijmendiyak kolektiv viziyona  xwe ji bo Narîn û Ceylanan,  formule bikin!

Bila ew kurt be, bila zelal be, bila bi hunerî be, bila Kurdistanî be, bila berhemê mejî û hişmendiya kurdistaniyan be û ji bo Kurdistaniya be ku xewna me rêberê/pisûla siyaseta kurdistaniyan be!

 

19/09!2024 Swêd

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *