Serokomarê Îranê bi kurdî: Em ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatine Hewlêrê -Video

 

Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan bi Herêma Kurdistanê re kir û got, ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên helawîstî hatine Hewlêrê.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 12ê Îlonê gihîşt Herêma Kurddistanê û li Serokatiya Herêma Kurdistanê, bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya. Piştre jî bi awayekî cuda bi Serok Mesûd Barzanî re civiya.

Piştî hevdîtinan; Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bersiva çend pirsên rojnamevanan dan.

Pizîşkiyan derbarê armanca serdana xwe bo Hewlêrê de bi Kurdî ji rojnamevanan re got: “Em hatine ji bo baştirkirina peywendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re.”

Herwiha Serokkomarê Îranê got jî: “Pişt bi Xwedê em ê hemû pirsgirêkên ku heta niha hebûn, bi temamî ji holê rakin.”

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *