Platforma Zimanê Kurdî: *JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE*

Di 9 ê meha ÃŽlonê de serdema perwerdehiyê ya salên 2024-2025’an li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê destpêdike. Ji bona zarokên Kurdan ev rojekê him dilÅŸabûnê ye û him jî rojeke xemginîyê ye. Ji ber ku vê salê jî wê zarokên Kurdan li Bakurê Kurdistanê bi Zimanê Kurdî perwerde nebin. Wê zarokên me dîsa bi pêvajokî dijwar ya asîmîlasyonê ve rûberû bibin. Ev jî bi rastî zulm e, zor e, bûyereke nemirovî ye û di tu ol û bahwerîyan de jî nayê qebulkirin. Ev helwest hanê ne li gorî maf û dêrûnîya zarokan e û ne jî li gorî rastîyên pedagojîk in.      

Ev zêdeyî sed salîye ku zarokên Kurdan mafê perwerdehîyê bi Zimanê Kurdî bi dest nexistine. Siyaseta fermî li Tirkîyê hergav astengan derdixîne pêşberî mafê perwerdehîyê bi Zimanê Kurdî, Mahna bi dûv mahnan de formüle dikin û gotinên pûç û vala pêşkêşî Kurdan dikin. Eşkereye ku di dibistanan de Zimanê Tırkî li ser zarokên Kurdan bi rêbazên parzûnandî tên ferzkirin. Lê vê rastîyê kerr jî dibihîzin û kor jî  dibînin. Reformên biçûk ku heta niha di warê ziman de hebûn jî bi hicetên vala tên asteng kirin. Siyaseta fermî di pirsa Zimanê Kurdî de eşkereye ku dirûtiyê dike. Di vê mijarê de hergav ji hela dewletê ve dudilîbûn derketiyê holê.

Komara Tırkîyê di pirsa mafê Zimanê Kurdî de heta niha tu gavên mayînde û bingehîn ne avêtine, ew tenê roja xwe derbas dikin û di pirsa Zimanê Kurdî de jî quretiyên vala dikin. Ji xwe di van rojên dawî de êrîşeke li derveyî aqil û pîvanan li ser kultur,ziman û nasnama Kurdan destpêkirîye. Ji avabûna Komara Tirkîyê û heta niha jî -ku ev zêdeyî sed sal in di serê derbasbûye- yek avanîyeke jî ji bona ku xizmeta Zimanê Kurdî bike nehatiyê sazkirin. Dewleta Tirkîyê zimanê Kurdî heta niha tune hesibandiye. Sazîyên ku xebata Zimanê Kurdî dikirin jî, derîyên wan hatine morkirin. Bi sedan komele û sazîyên ziman hatin qedexekirin. Ev helwesta hanê bi nirxên demokrasîyê, hiqûqê û wekhevîyê re tucaran li hevdû nakin.

Ji bona ku astengî û qedexeyên li pêşberî mafê perwerdehîya bi Zimanê Kurdî ji holê rabin, PZK daxwaz dike;

-Bila di Qanûna Bingehîn de bi zelalî mafê perwerdehîyê bi Zimanê Kurdî were pejırandin.

-Bila Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Mafê Zarokan bi hemû xalên xwe ve were sêpandin.

-Bila bi rêbazên fermî Sazîya Zimanê Kurdî were damezrandin.

 Platforma Zimanê Kurdî ku ji neh partiyên siyası pêk te, bi yek dengî dibêje; divê înkar û asimîlasyona li beramberî nasnama Kurdan bi dawî bibe. Gelekî zelale ku mafê Zimanê Kurdî mifteya azadî û wekheviya gelê Kurd e. PZK dibêje; Mafê Zimanê Kurdî xeta me ya sor e! Di heman demê de Zimanê Kurdî nîşaneya hebûn û statûya gelê Kurd jî. Heta ku daxwazên gelê Kurd ji pêşdibistanan heta zanîngehan pêk neyên û Zimanê Kurdî nebe “Zimanê Fermî û Zimanê Perwerdehîyê”, wê têkoşîna gelê Kurd ji bona mafê ziman her berdewam be. Em Kurd bi hevdû re bang dikin;*Zimanê me rûmeta me ye!*Zimanê me hebûna me ye!

Em bi bahwerî û dûristî dibêjîn, li welatê me jî divê gelê me, parlamenter, şaredar, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, bazirgan, serokên sazîyên sivîl û partiyên siyasî bi Kurdî biaxivin.Yan na di pirsa Zimanê Kurdî de bahweri pêk nayê. Heke em bi Kurdî neaxivin, bi Kurdî ne nivîsînin wê di pirsa ziman de amintîya navxweyî bi berfirehî ava nabe. Di pirsa ziman de bi helwesta dudilîbûnê re wê hergav dûdilîbûnî derbikeve holê. Ji ber wilo jî emê di hemû qadên jiyanê de bi bahwerî bibêjin;*Bi Kurdî biaxivin!*Bi Kurdî bixwînin!*Bi Kurdî binivîsînin!*Bi Kurdî bifikirin! *Bi Kurdî bijîn! Emê bi şanazî jî bi hevdû re dubare bêjin; Em Kurd in, Zimanê me Kurdiyê û welatê me jî Kurdistan e!

6’ê ÃŽlonê 2024 Amed.

PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ.

___________________________________________________________

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *