Ji Kûrtûlmûş bo malbata Şenyaşar: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê

Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş, bi telefonê li malbata Şenyaşar geriyaye û îdia kiriye ku çalakiya wan zirarê dide nirxê Meclisê.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatibûn kuştin.     

Emîne Şenyaşarê, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li Rihayê dabû destpêkirin, berê veguhest ber Wezareta Dadê û piştre ji wir jî veguhest ber Serokatiya Meclisê. 

Kûrtûlmûş telefonî malbatê kir

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di çalakiya ku Emîne Şenyaşarê daye destpêkirin de pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji herkesê re edalet” hate vekirin. 

Piştî çalakiyê demekî kurt Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş bi telefonê li parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar geriya. Kûrtûlmûş xwest ku malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya daye destpêkirin bi dawî bike. Her weha Kûrtûlmûş, îdia kiriye ku komkujî Meclisê eleqedar nake û karê darazê ye û heke çalakî bê kirin dê zirarê bide nirxê Meclisê. Kûrtûlmûş ji ber vê yekê xwest ku çalakî bê bidawîkirin. 

Malbata Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê re civiya ye
Malbata Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê re civiya ye
27 Tîrmeh 2023

Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî di axaftina xwe ya bi telefonê de diyar kir ku komkujî herkesî eleqedar dike û daxwaza xwe ya hevdîtinê ya bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re ji Kûrtûlmûş re ragihand. Kûrtûlmûş jî soz da ku ji bo vê hevdîtinê dê înîsiyatîfê bigire. Kûrtûlmûş di heman demê de berpirsê xwe yê ji karên nivîsê şand odeya Şenyaşar û derbarê komkujî û pêvajoyê de agahî wergirt. 

Emîne Şenyaşar piştî çalakiyê derbasî odeya Ferît Şenyaşar a li Meclisê bû. 

Malbata Şenyaşar: Yên li ber xwe nedin, dirizin
Malbata Şenyaşar: Yên li ber xwe nedin, dirizin
29 Hezîran 2023

Çi bûbû?

Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.

Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.

Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *