Şoreş Îsmaîl û Sîhad Barzanî serdana xalên Pêşmergeyan li Hacî Omeranê dikin

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Fermandeya Hêzên Piştevaniya Yek serdana çend xalên Pêşmergeyan li deverên sinorî yên Hacî Omeranê dikin.

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl îro (Duşem, 12.08.2024) bi hevaltiya şandekê serdana Baregayê Fermandeya Hêzên Piştevaniya Yek li Hacî Omeranê kir, û ji aliyê Fermandeyê wê Fermandeyê Ferîq Sîhad Barzanî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Di çarçoveya wê serdanê de, Wezîrê Pêşmerge û Fermandeyê Fermandeya Hêzên Piştevaniya Yek ji nêz ve serdana hejmareke xalên Pêşmergeyan ên wê fermandeyê li sinorê Hacî Omeranê kir.

Wezîrê Pêşmerge ji aliyê xwe ve bi giringî ve behsa şiyanên hemî efser û Pêşmergeyên Fermandeya Piştevaniya Yek kir, ku herdem wekî qehremanan li sengerên bergiriyê û parastina ax û alaya Kurdistanê li her devereke vî welatî karîne aramî û seqamgiriya xelk û axa Kurdistanê biparêzin.

Wekîlê Wezareta Pêşmerge Ebdulxaliq Babîrî, Cîgirê Serokê Erkanan Lîwa Rukin Hoşmend Heyder, Birêveberê Giştî yê Budce û Bernameyên Jimêryariya Serbazî Lîwa Twana Sedîq Hisên û Şêwirmendê Bilind ê Wezareta Pêşmerge Lîwa Beşdar Îsmaîl di wê serdanê de hevaltiya Wezîrê Pêşmerge dikir.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *