‘Kurdên li Ermenistanê dikarin li ser pasaportên xwe Kurd binivîsin’

Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Ermenistanê Kinyazê Hemîd got ku Kurdên li Ermenistanê dikarin li ser pasaportên xwe ola xwe kî Êzidî û neteweya xwe jî wekî Kurd binivîsin.

Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Ermenistanê Kinyazê Hemîd bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd da.

Kinyazê Hemîd ragihand ku 31 hezar Kurdên li Ermenistanê li ser Pasaportê xwe ola xwe wekî Êzdîtî tomar kiriye û 2 hezar kesî jî li ser pasaportê neteweya xwe wekî Kurd tomar kiriye. 

Kinyazê Hemîd got, “Êzdîtî ol, ziman, rûmeta min e. Ez him Kurd im û him Êzdî me û ji bo min serbilindî ye.”

Li Ermenistanê 22 gundên Kurdan hene

Derbarê hejmara gundên Kurdan ên li Ermenistê, Parlamenterê Kurd da zanîn ku 22 gundên Kurdan hene û gelek Kurd li bajaran jî dijîn.

Li ser mafê Kurdan ên li Ermanistanê, Kinyazê Hemîd wiha got:

“Di yasayên Hikûmeta Ermenistanê de, mafê netewe û pêkhateyan parastî ye.

Hikûmeta niha jî ji bo pêkhateyan gelek kar dike ku çalakî xwe yên çandî bikin.

Her wiha li wan navçe û gundên ku hejmara Kurdan gelek in, mafê wan heye li dibistanan di hefteyekê de 3 – 4 waneyên bi zimanê Kurdî bixwînin.

Hikûmeta Ermenistanê kar li ser wê  yekê dike ku zimanê pêkhateyan zindî bimîne.”

Radyoya Erîvanê

Parlamenterê Kurd behsa Radyoya Erîvanê jî kir ku çawa bûbû dengê hemû Kurdan û Kurd li herçar perçeyên Kurdistan û cîhanê lê guhdarî dikir û got:

“Radyoya Erîvanê bûbû navenda çandî ji bo hemû Kurdan.”

Kinyazê Hemîd di berdewamiya axavtina xwe de wiha anî ziman:

“Parlamentoyê biryar daye ku rojeke taybet ji bo pêkhateyan hebe û hikûmet li ser wê yekê kar dike ku hemû pêkhate çalakiyên xwe yê çandî û henerî di wê rojê de bikin.

Di hikûmeta niha ya Nikol Paşînyan de jî desteyeke şêwirmendiyê hatiye avakirina ku her neteweyek an pêkhateyek du endamên xwe hene û Alîkarî Serokwezîrê Ermenistanê seroktiya wê dike.

Mafê endamên wê desteyê heye ku 3 – 4 wezîrên hikûmetê destnîşan bikin wekî Wezîrê Perwerdeyê û Wezîrê Mafê Mirovan.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *