Kê nehişt Ereb derbasî Kobaniyê bibin?

Zinara Erebî ango projeya Erebkirina Rojavayê Kurdistanê, projeyeke nijadperest a rejîma Beasê ya Sûriyeyê ye.

Proje 24ê Hezîrana 1974an li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Bingeh û plana projeyê serokê wê demê yê îstixbarata Sûriyeyê Mihemed Teleb Hîlal danî.

Mihemed Teleb Hîlal sala 1963yan daxwaz kiribû ku erd û nasname ji Kurdên parêzgeha Hesekê bên standin, siyaseta Erebkirinê li wir pêk were û kantonên Ereban di nav Kurdan de bên avakirin.

Projeya Zinara Erebî, bi dirêjahiya 275 km û firehiya 20 kmyan li ser xeta sînorî ya Rojava ya bi Bakur û Başûrê Kurdistanê re pêk hat.

Kê rê li ber Erebkirina Kobaniyê girt?

Cimoyê El Hemikê ji Kobaniyê got ew dê canê xwe bidin û rê nadin ku Ereb derbasî nava gund û zeviyên wan bibin.

Cimoyê El Hemikê û zarokên xwe diketin nava zeviyên xwe, kîjan Ereb derbasî nava erdê wan bûbûya bi sîlehê li wan dida, hinek caran kûçikên xwe berdidan wan.

Hinek caran jî derbasî aliyê din ê sînor dibûn û ji wir Ereb gulebaran dikirin, hinek caran jî erdê xwe mayin dikirin ji bo ku Erebên hawirde derbasî nav zeviyên wî nebin.

Bêhtirî 10 salan Cimo û zarokên xwe li dijî wan Ereban şer kir, êdî projeya Zinara Erebî li wir şikest û derbasî Kobaniyê nebû.

Cimoyê Hemê Ehmedê El Hemik, sala 1900î li gundê Axbaşê yê di navbera Girê Spî û Kobaniyê de ji dayik bûye.

Cimoyê El Hemik 15ê Tîrmeha 2000an ango 100 saliya xwe de koça dawî kir.

Ew 3 caran zewicî û 5 kur û 6 keç bi giştî 11 zarokên wî hebûn.

Derdora 4000 hektar erdên wî yên çandiniyê li gundê Axbaşê hebû ku Hikûmeta Sûriyeyê dixwest erdê wî jê bistîne û bide Ereban.

Rejîma Beasê 750 hektar erdê Cimo yên li başûrê rêya M4ê jê standin û da Ereban lê wî û zarokên xwe ji sala 1967an heta 1979an nehişt Ereb metreyekê jî ji erdê wî bajon.

Cimo gelek caran ji aliyê Rejîma Beasê ya Sûriyeyê ve hat girtin û di zindanan de rastî gelek şkenceyên giran hat lê wî ti carî rê neda ku Ereb derbasî axa wî bibin.

Xelkê herêmê dibêje ku bi saya vê berxwedana wî rê li ber berfirehbûna Zinara Erebî ya ber bi Kobaniyê ve hatiye girtin.

Zinara Erebî: Projeya Erebkirina Rojavayê Kurdistanê

Zinara Erebî ku wekî Kembera Erebî (el-Hîzam el-Erebi) jî tê binavkirin projeya Erebkirin û guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê bû.

Projeya Erebkirina Rojavayê Kurdistanê ji du qonaxan pêk tê.

Qonaxa yekem

Qonaxa yekem di navbera salên 1959-1960î de hate bicihkirin.

Di qonaxa yekem de li herêma Xabûrê Ereb li 7 gundan, li Dêrikê li 2 gundan û li Dirbêsiyê jî li gundekî hatin bicihkirin.

Qonaxa duyem

Qonaxa duyem bi Projeya Zinara Erebî berdewam kir.

Projeya Zinara Erebî ji aliyê serokê wê demê yê Îstixbarata Sûriyeyê Mihemed Teleb Hîlal ve sala 1963yan hatibû amadekirin.

Armanca projeyê erd û nasname ji Kurdên parêzgeha Hesekê bên standin, siyaseta Erebkirinê li wir pêk were û kantonên Ereban di nav Kurdan de bên avakirin.

Ev proje 24ê Hezîrana 1974an, bi biryara hejmara 521ê ji aliyê Partiya Beasê ya Sûriyeyê ve hat pejirandin.

Dirêjahiya projeya Zinara Erebî 275 kîlometre û kûrahiya wê 10-15 kîlometre bûn.

Payiza 1974an komkirina Ereban li Balafirgeha Qamişloyê dest pê kir û bihara 1975an veguhastina Ereban bi dawî hat.

Li gorî vê biryarê:

Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê 4 hezar malbatên Ereb ên hawirde yên ji Reqa û Helebê hatin bicihkirin.

3 milyon donim erd bi darê zorê Kurdan hatin standin û 40 gund ji bo Ereban hatin avakirin.

335 gundên Kurdan zerer dîtin û 150 hezar cotkarên Kurd bê zevî man.

Dêrik

Li Dêrikê ji bo Erebên hawirde 12 gund hatin avakirin.

189 hezar û 445 donim erdên Kurdan ji wan hatin standin û li Ereban hatin belavkirin.

Herwiha hezar û 535 malbatên Ereb li herêma Dêrikê hatin bicihkirin.

Qamişlo

Li Qamişloyê jî 12 gund ji bo Erebên hawirde hatin avakirin.

264 hezar û 900 donim erdên Kurdan ji wan hatin standin û li Erebên hawirde hatin dabeşkirin.

Ji Girê Spiyê heta gundê Til Xezalê yê Qamişloyê hezar û 266 malbatên Ereb li wê herêmê hatin bicihkirin.

Serê Kaniyê

Herwiha li Serê Kaniyê jî 16 gund ji bo Erebên hawirde hatin avakirin.

246 hezar û 686 donim erd ji Kurdan hatin standin û dan Erebên hawirde.

Hezar û 27 malbatên Ereb li wê deverê jî hatin bicihkirin.

Dagirkirina Efrînê

Grûpên Çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê bi alîkariya Tirkiyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan berdewam kir, Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrîn 18ê Adara 2018an dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve berdewam e.

Beriya ku Efrîn were dagirkirin 800 hezar niştecihên wê hebûn.

Piştî ku Efrîn hat dagirkirin 668 hezar niştecihên resen hatin koçberkirin û niha tenê 132 hezar niştecihên resen mane.

Li ser mal û milkên Kurdan 415 hezar Erebên Hawirde hatin bicihkirin.

Dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê

Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê Çiriya Pêşîna 2019an di encama êrişeke artêşa Tirkiyeyê de ku navê “Operasyona Kaniya Aştiyê” lê hatibû kirin, ji kontrola hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê hatin derxistin û hatin dagirkirin.

Piştî dagirkirinê, koçberkirina Kurdan û bicihkirina Tirkmen û Erebên hawirde û guherîna demografiyê berdewam e.

Piştî ku Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wê vê hat dagirkirin, 275 hezar Kurd ji wê derê hatin koçberkirin.

Li mal û milkên Kurdan, Tirkmen û Erebên hawirde tên bicihkirin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *