Heyeteke PAKê ku ji Cîhgirê Serokê Giştî Nuri Sınır, Endamên Komîteya Birêvebrîya Navendî Feyaz Ekmen û Vahit Aba, Endamê Meclîsê Salîh Kaplan, endama Komîsyona Jinan Zînet Dînçer, endamê Komîteye Almanyayê Mehmet Dîlan û gelek endamên PAKê pêk hatî roja 30.10.2010an li Amedê li ser mezelelê wî helbestvanê welatperwerê Kurd Arjen Arî bibîranîn.
Herweha Komeleya Nivîskarên Kurd û heskirîyên Arjen Arî û malabata wî jî jibo bibîranînê li ser mezelî bûn.
Bibîranîn bi xwendina fatîhayê destpêkir. Li ser mezelî, xuşka Arjen Arî Necla Akay, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nuri Sınır, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Osman Ozçelîk û nûnerê rojnameya Ewrenselê di derbarê jîyan û xebata Arjen Arî ya di rêya azadîya Kurdistanê û di warê helbest û edebîyata Kurdî de axaftin kirin.
Heyeta PAKê çelengek û desteyeke gul danîn ser mezelê Arjen Arî.
Bibîranînîna Arjen Arî bi beşdarîya gelek nivîskar û heskirîyên wî pêk hat. 30.10.2016
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê