Sıddık BOZARSLAN
Heta 25 sal berê dema di raya giştî ya cîhanê da behsa nejadperestîyê dihat kirin; Başurê Afrikayê dihat aqilê mirov. Lê di esasê xwe da ev, nêrîneke bi îsabet nebû û xisûsîyeta çarçoveya nejadperestîya cîhanê baş nîşan nedida û di wê çarçoveyê da kêmasîyeka girîng hebû. Ji ber ku ev çarçove bi Başurê Afrikayê ve dihat sînorkirin; di pratika politika nejadî û nejadperestîyê ya cîhanê da wek tê dîtinê, ev di jîyanê da ji çarçoveya Başurê Afrikayê firehtir xwe nîşan daye û xistîye jîyanê. Eger em tenê li pratika vî sedsalê dawîyê ya Dewleta Tirk binêrin û bi Tirkîyê ra muqayese bikin; ev rewş dê baştir û zelaltir xwe nîşan bide ku politika Ankarayê ji ya Başurê Afrikayê pir pir dijwartir û xirabtir bûye.
Li ser navê ”pêşveçûna cuda” (Apartheid), civatên sipî û neh qebîleyên reşik li Başurê Afrikayê ewil xwedêgiravî dê ”xwedîyê kargêrîyên xwe bibana” ku ”xweserîya xwe bi xwetîyê” qaşo dihat parastin. Di esasê xwe da kargêrîya herêmê, di destê sipîyan da bû. Nufûsa gelê cîwarbûyî yê kevn (reşik) ku %80 bû û ev nufûs, tenê xwedîyê % 13 yê erdê giştî bû. Nufûsa sipîyan jî %20 bû, lê ew xwedîtîya %87´ê erdan dikir. Di ser da jî dewlemendîyên madenî li ser erdên ku di destên sipîyan da bûn. Ev realita heyî bi xwe ra li ser erdê sipîyan dibû semedê çêbûna hêzeka ”karkerê koçber ê hundur”. Ji ber ku erdê reşikan têra wan nedikir û ew jî neçar diman ku herin li herêmên sipîyan bixebitin û debara xwe bi dest bixin. Lê karkerîya wan li nik sipîyan, ji hemî mafên abûrî, civatî, siyasi bêpar bûn. Çînî yên ku li wir kar dikirin jî wek sipî nedihat qebûlkirin û ew jî di sinifa (çîna) reşikan da bûn. Ji ber têkilîyên bazirganîyê, tenê Japon, di nav nejada ”Aryanê Bişeref” da bûn.
Di bin navê ”Qanûna Pelçiqandina Komunizmê” da li ser gelê reşik 25 cureyên qedexekirinê xistin jîyanê. Li gora qanûna ”180 Roj”, ji bil ku gumana sucdarîyek hebe an were nîşandan; îmkan hatibû çêkirin ku ji ber semedê ewleyîyê kesek dikare 180 roj, yanî 6 meh girtî bimîne. Jibo komkirina haydarîyan di derbarê kesê girtî da ewil 90 roj û eger ew ne bes be, hukumet 90 rojê dî lê zêde dike, yanî tevayî 180 roj dikare girtî (zindanî) bimîne. Kargêrîyê sipîyan, vê nîzama xwe li gora ”cudawazîya nejadan” rast dîtine û parastine.
Ji 1950yan heta hilbijartina 1994an politika nejadperestîyê bi kurtayî ji alîyê îktîdara sipîyan ve weha dimeşîya: Li vî welatî, di serî da cîyên cîwarbûnê yên giştî wek dibistan, mektebên cuda yên hemî qedemeyan, zaningeh (universite), camî, kilîse, nexweşxane, sinema, loqente (aşxane-restaurant), otel, park, plaj, çarşî (sûk), makîneyên rêçûnê, yanî yên seyahetê wek otobus, taxi, tren, tranvay, balafir û wd. ku jibo her kesî vekirî ne û xizmetê dikirin; divê van deran li gora reşik û sipîyan ji hev bên veqetandin. Bi gotineka dî divê reşik û sipî neçin heman qahwexane ango aşxane û digel hev venexwin û nexwin; divê bi heman trên û otobusan rêwîtîyê nekin; di heman sinemayê da film temaşe nekin; neçin heman mekteb ango zeningeh û digel hev nexwînin; di heman plajê da xwe nedin ber tavê û nekevin avê; bi kurtayî divê ev her du cinsên însên digel hev nejîn û bila ew cuda bijîn…
Li Başurê Afrikayê di 27ê nîsana 1994an da hilbijartina giştî çêbû û gelê herêmê serfirazî nîşan da û hat ser hukum. Nelson Mandela bû serekdewlet ku bi salan bû ew ji alîyê Kongreya Neteweyî ya Afrikayê ve wek terorist hatibû dîtin. Wî, piranîya 30 salên xwe yên dawîyê li zindanê derbas kiribû (27 sal). De Klerk jî bû cîgirê Mandela ku ew berê serekê dewletê yê nejadperest bû. Bi vê hilbijartinê politika nejadperestîyê ku di raya giştî ya cîhanê da bi ”Apartheidê” dihat binavkirin; êdî ew politika ket nav sergûya dîrokê. Bi vê pêvajoyê ve êdî qonaxa wekhevî, yekîtî û biratîya gelan despêkir û gav bi gav ev politika nû ket jîyanê. Bi vî awayî tovê jîyana azadî û demokrasîyê ku li ser hîmê wekhevî û biratîyê şitil dide, wê wekhevî û biratîya gelan û neteweyan esas bigre û xurt bibe.
Eger mirov bala xwe bide nejadperestîya li Başurê Afrikayê; di wê politikayê da înkarkirin tune ye, lê tenê cîyêwazî heye. Yanî li wir îktîdar di destê sipîyan da bû û wan ji reşikan ra digotin ku em divê cuda bijîn. Ev politika jî bê guman li dijî mirovayîyê bû û jibo mirovayîyê şerm û eybeke mezin bû. Di serî da Nelson Mandela û hevalên wî têkoşîneke bi rûmet li darxistin û heta dawîyê bi îstîkrar wê politika xwe meşandin û di dawîyê da bi serketin. Di wê têkoşîna reşikan da jî, li seranserê cîhanê û bi taybetî li Ewrupayê piştgirîyeke mezin çêbû jibo doza wan ya heqîyê.
Di heman deman da nejadperestîyeke welê li Amerikayê jî bi rengeke cîyê xwe nîşan daye. Wek mîsal, reşik nikaribûn bi wesaîtên seyahetê (otobus, tren, teyare û wd.) rêwîtî bikin ku di wan da kesên sipî hene. Cîyên wek pastexane, kahwexane, restorant û wd. ku sipîyan li wan deran dixwarin, vedixwarin, reşik nikaribûn herin wan deran. Dîsa reşik nikaribûn li mektebên sipîyan zarûkên xwe bidin xwendin, bi taybetî li herêmên başurê Amerikayê ku rêxistina nejadperest Ku Klux Klan lê bi rêxistin bû.
Li Amerikayê jî li dijî nejadperestîyê têkoşîneke baş û xurt çêbûye. Hin kesên naskirî yên navdar wek Malcolm X (1925- 1965), Martin Luther King (1929- 1968) di wê pêvajoya têkoşînê da hatine qetilkirin. Di hilbijartina 04.11,2008an da Barack Obama bû serekê Amerikayê yê yekemîn ku reşik bû (Obama, cara duyem jî hat hilbijartin). Guman tune ku ev di dîroka têkoşîna li dijî nejadperestîyê da li Amerikayê destkeftîyeka (qezenceka) baş û bi rûmet bû ku divê ev biçûk neyê dîtin.
Di 25ê gulana 2020an da li Minneapolis ya Amerikayê bi navê George Floyd kesek ji alîyê polês ve bi keyfî hat kuştin. Ev bûyer li seranserê Amerikayê bû sedemê protestoyên gelek mezin ku li gelek herêman çêbûn. Balkêş bû ku %65ê protestvanan sipî bûn û loma ev gelek giring bû. Ev girseya mezin ku piranîyeke gelek mezin sipî ne û polêsên xwe yên sipî protesto dikin û piştgirîya reşikan dikin; jibo wekhevîya gelan û demokrasîya Amerikayê gelek giring û bi mane ye e û cîyê pesindayînê ye.
Lê ne hewce ye ku ez nîşan bidim ku li seranserê cîhanê hewildan û kirinên nejadperestîyê bi awayên gelek cuda xwe nîşan didin û reaksiyonên li dijî wan kirinên qirêj jî xwe nîşan didin. Wek numûne, nivîskarê Swêdî Sven Oskar Lindqvist (28.03.1932- 14.05.2019 Swed), Wikipedia, di ”Dîroka Bombakirin”ê) da du numûneyên ku nîşan dide, gelek balkêş in:
Bajarê Baskî yê biçûk Guernica ku di1366an da avabûbû û xwedîyê 8 hezar nufûs bû; di 1937an da bi bombeyên Nazi yên Franko ve hat tunekirin. Bajarê Fasê Chechaouen e ku ew jî di 1471an da çêbûbû û xwedîyê 8 hezar nufûs bû; ew jî jibo Franko di 1925an da ji alîyê lejyonerên Fransî ve hat tunekirin. Van bombebaranan ji alîyê kê va hatine xebitandin û hedefên wan çi bûne; ew zêde giring nebûne. Tiştên giring ew bûne ku li du navçeyên cuda û di her navçeyî da derdora 8000 însan hatine qetilkirin ku ew xwedîyên dîrok û kulturên cuda bûne û di carek da hatine tunekirin. Loma encamên van her du bûyeran, rasterast komkujî ne, bi tabîreka dî genocide ne. Wek em dê li jêr bi numûneyên cuda cuda da bibînin, hovîtîyên ku li ser kurdan hatine kirin, her yek ji wan jî bi tena serê xwe genocide ye.
Wêneçêkerê (resam) navdar Picasso yê Spanî, dê li Parisê Expo 1937 jibo Spanyayê resmeka boyaxa rûnî çêbikira. Lê di bedêla wê da, wehşeta ku li bajarê Guernicayê qewimîbû, kire resim û her weha ”Tabloya Guernica” ya meşhûr bi vî awayî za. Tê gotin ku Picasso jibo wê tabloya xwe ji zapitekî Nazî ra, ”ne ez, we çêkirîye!” gotîye. Li vir jî tiştê balkêş ev e ku qetlîama hovîtîyê ku li Guernicayê qewimîbû, bi tabloya Picasso li seranserê cîhanê hate naskirin; ji ber ku ew 8 hezar mirî kesên sipî bûn. Lê heman hovîtîya ku li Chechaounenê qewimî û dîsa 8 hezar kes bi awayeke hovîtîyê hatin kuştin, li dinyayê belav nebû; ji ber ku ew ne sipî bûn, lê ew reşik bûn. Heman zîhnîyeta sipîyan jibo nejadperestîyê, mirov dikare jibo şerê diduyan wek numûne nîşan bide ku Amerika, bombeya atomî ne li Almanyayê, lê li Japonyayê (Hiroşima û Magazaki) bikaranî.
Guman tune ku di derbarê Politika Apartheidê da mîsalên jorîn hindik in û li seranserê cîhanê dema ev şol were nirxandin, ev nivîs bi sînorkirî dimîne ku divê xwendoxên hêja wê rewşê li ber çav bigrin û wê kêmasîyê bihesibînin. Wek mînak em dikarin van rêzan raxînin pêşîya we hêjayan:
Dagirkirina Amerika Latinî, ji alîyê Spanyoliyan û Portekizîyan ve di despêka sedsala 16.an da pêkhatîye. Medeniyetên wek Înka, Astek û Maya di dema dagirkirinê da hatine hilweşandin, ew civatên / gelên herîmî bi awayê jenosidê hatine qirkirin. Ev qirkirin û hilweşandin di çarçoveyeka hew qas fireh da pêkhatîye ku ji gelê herêmê nufûseke hindik maye. Loma di encamê da li Amerika Latinî, nufûseka gelek zêde spanyolî ye. Lê di nav pêvajoyeka dirêj da spanyolîyên ku bi gelên herêmî ra zewicîne û di encamê da nesleka melez jî cêbûye, divê em ji ber çavan dûr nexin. Ji despêka sedsala 19.an virve li hevberî Spanyayê yên têkoşîna serxwebûnê dane, spanyolî ne. Her çi qas nufûsa gelên herêmî hindik mabe jî, ew di nav hewildaneka geşbûnê da ne jibo zimanê xwe alfabe çêkirine û wd.. (Binêrin, makala Îsmail Beşikçi)