Di sedsala 19emîn de gava ku mîrektiyên kurdan hatin rûxandin, kurdan li bajaran hukmên xwe ji dest dan. Ev jidestdana otorîteyan li bajaran li ser çanda modern a kurdan tesîreke mezin kiriye. Desthilatdariyeke “nû” li bajarên kurdan ava bû. Lewra modernîzma kurdan yan li bajarên biyanî, li sirgûnê yan jî li gundan, li çol û beyaran, li serê çiyayan dest pê kir ku hukmê desthilatdariya kolonyal hêj jî tam negihabû wan deran yan jî li bajaran di bin hukmê saziyên kolonyal de bû.
Gava mîrektî hatin rûxandin, medreseyên ku ji aliyê van mîrektiyan ve dihatin hîmayekirin, piraniya wan li bajaran bêkes û bêxwedî man. Li bajaran li şûna medreseyên mîrektiyan ji aliyê dewletê ve dibistanên modern hatin avakirin, helbet bi zimanê tirkî û bi mufredateke tirkperwer.
Medreseyên ku mîrektiyan li bajaran ava kiribûn bûne dêris û kavil. Melayên ku bêhîmaye mabûn yên wekî Mele Mihemedê Zivingî, yan vekêşane serê çiyayan û yan jî li gundan stirîn. Ev pêvajo, hem fonksiyon û naveroka medreseyan hem jî sosyolojiya afirandin û ragihandina ‘ilm û zanistê di nav kurdan de ji binî ve guherand ku me heta îro tam analîz nekiriye.
Çanda xwendin û nivîsîna kurdan jî di wan deman de guherî. Li aliyekî li dibistanên modern bi alfabeya latînî xwendina bi zimanê tirkî hebû û li aliyê din jî xwendina bi alfabeya erebî û bi zimanê erebî, kurdî û heta radeyekê farisî hebû. Di yên ewil de ne tenê zimanê kitêban, herwiha zimanê dersdariyê jî bi tirkî bû. Di yên din de her çiqas piraniya materyalên dersan erebî jî bûn zimanê dersdariyê kurdî bû. Helbet yek ji wan serbest, yê din qedexe bû.
Dema ku min li ser medreseyên kurdan teza xwe dinivîsî, min xwest hemî berhem û belgeyên derbarê merdreseyan de berhev bikim. Wê demê li ser medreseyên kurdan zêde kitêb û xebat tunebûn. Pirseke serekî ya di serê min de ev bû: Seyda û feqiyan ji bo perwerdeyê kitêbên xwe çawa peyda dikirin? Li Amedê çend kitêbfiroş hebûn? Yên heyî jî kitêbên bi tîpên latînî difirotin.
Melayên ku min hevdîtin li gel wan kirî, ji min re gotin ku li Amedê çend kitêbfiroş hene ku “kitêbên medreseyan” difirotin. Yek ji wan jî li nav Sûrê, di nav pasajekê de bû. Berpirsyarê wê derê jî melayek bû. ‘Eslê xwe ji Licê bû, lewma jê re digotin Mele Mihemedê Licî.
Rojekê ez çûm wê kitêbfiroşê. Dikanekê teng bû. Zêde ronahî tê de tune bû. Piraniya kitêban kevn bûn. Xwedê dizane di ber destên çend kesan re derbas bûbûn û li ser refên dikanê û li ser mase û sandoqên li ber derî li ser hev kom bûn. Wekî îro xweş tê bîra min kitêbek li ser sandoqekê bû, ew kitêb Pendnameya Ferîduddînê ‘Ettar bû. Bergê kitêbê tunebû, rûpelên wê zer bûbûn û keviyên hin rûpelan çirandîbûn.
Qederekê li ber derî sekinîm û di bin ronahiya lempeya korîdorê de min çavên xwe li kitêban gerand û di wê kêliyê de diponîjim ka ez çawa dest bi sohbetê bikim. Paşê hêdîka ber bi derî ve meşiyam û ketim hundir û min silavek da.
Mele Mihemed, ku li ber çavên wê berçavkên gilover û kûmikekî kurşînî li serê wî bû; bi çakêt û kirasê xwe yê şîn, êlegê xwe yê gewr li xwe kiribû, wekî Jacob Mendelê Stefan Zweig, serê xwe hêdî hêdî ji kitêbê rakir, li min nêrî û got: “Merheba”. Paşê bi tilîyên xwe kursiyek nîşanî min da.
Li ser kursiyê rûniştim, min xwe da naskirin û behsa xebata xwe jê re kir. Bi baldarî li min guhdarî kir û paşê her du çavên xwe mûç kirin û bi bişirîn got: “Xwedê te miweffeq bike.”
Ji wê rojê pê ve min gelek caran ew der ziyaret kir û çend hevdîtin pê re kirin. Rojekê piştî sohbeteke dirêj ya li ser medreseyan em her du jî betilîn û me bêhna xwe da û çayek vexwar. Min lê nihêrt û pirsa di serê xwe de jê pirsî: “Seyda tu çima li şûna melatiyê kitêbfiroşiyê dikî?” Bişirî. Qurtek ji çaya xwe vexwar, qedeha xwe danî ser maseyê. Her du destên xwe gihandin hev û qederekê li erdê nihêrt û bê deng ma. Gava hêdî hêdî serê xwe rakir, ronahiyek li ser rûyê wî ‘eyan bû. Got: “Zanî… min gelek hez ji kitêban dikir.” Piştre wiha dewam kir:
“Gava ez feqî bûm, peydakirina kitêban pir zehmet bû. Gelek kitêb hebûn ku yan peyda nedibûn yan jî pir biha bûn. Lewra me bi destan kitêb îstînsax dikirin. Min pir zû xwendina kitêbên xwe temam dikirin û ji bo xwendina kitêbên balatir diçûm ber destê seydayên din. Kitêbên ku min xwendin, min bi kitêbên feqiyên seydayan diguherandin. Hê di xortaniya xwe de derdiketim gera kitêban.”
“Piştî ku min îcaze wergirt min nekarîbû îmamtî bikim ji ber ku îcaze ne belgeyekî fermî bû. Gundî jî pir feqîr bûn, nedikarîn zikata melayan bidin. Min xwe bi şêxan jî girê neda ku li gundên wan melatiyê bikim. Mal û milkê malbata min jî tunebû. Min jî biryar da karê ku min jê hez dikir bikim. Bi wî avayî min dest bi firotina kitêban kir.”
Mele Mihemed ji bo vî karê xwe, ji bo xwe walîzeke piçûk dikire û wê bi kitêbên medreseyan tijî dike. Gund bi gund digere û kitêban difroşe. Mele Mihemed tecrubeyên xwe yên wan salan wiha behs dike:
“Piştî min walîza xwe tijî bi kitêban dikir, ez bi rê diketim. Li gundên nêz bi peyatî dimeşiyam. Ji bo gundên dûr siwarî mînîbûsê dibûm. Gava feqiyan ez didîtim pir kêfa wan dihat. Hinan pere didan, hinan jî kitêb bi kitêban diguherandin. Ji bilî kitêbên erebî, ku piraniya wan li ser gramera erebî bûn, kitêbên kurdî yên wekî Nûbihara Biçûkan a Şêx Ehmedê Xanî, Mewlûda Melayê Bateyî, Nehcu’l Enama Mele Xelîlê Sêrtî min difirotin. Ew kitêbên kurdî pir kêm peyda dibûn û jixwe firotin û xwendina wan jî qedexe bû. Hem feqiyan hem jî seydayên ku ev kitêb li telebeyan didane xwendin dizanîbûn ku ev kitêb qedexe ne…”
Gava Mele Mihemed gotina xwe temam kir, ewrên huznê hêdî hêdî siya xwe berdabûn ser rûyê wî. Qaşo ku dixwest wan ewrên tarî belav bike. Bêhneke kûr kişand û berda jorê. Paşê dîsa bi bişirîna hêvîbexş got:
“Helbet ez ne kesê ewil bûm ku min ew kar dikir. Beriya min kesên wekî Mele Yûsiv û Mele Hilmî jî hebûn. Kitêbên xwe yan dixistin di nav tûrikan de û digirtin li ser milên xwe yan jî datanîn li ser pişta keran û gund bi gund digeriyan û kitêb difirotin.”
Min jê pirsî “piştre te ev dikan vekir, îro rewş çawa ye? Kî kitêbên te distîne?” Sekinî û got:
“Êdî ewqas teleb bo kitêbên medreseyan nemaye. Piştî 2000an peleke nû rabû. Gelek derdoran hewl dan ku usûla perwerdeya medreseyan biguherîne. Ji bo hînkirina erebî ji dewletên ereban kitêbên modern anîne û her diçe cihê kitêbên kurdî di perwerdeyê de kêm dibin. Gelek seydayan li ber xwe dane, lê zimanê perwerdeyê jî diguhere. Êdî li gelek cihan zimanê perwerdeya medreseyan bûye tirkî… Êdî kesên ku ne ji derdorên medreseyan bin bi van kitêban re eleqadar dibin.”
Mele Mihemed hêj li nav Sûrê di dikaneke biçûk de kitêban difiroşe. Ger hûn biçin nav Sûrê, hûn dikarin wî ziyaret bikin û tevî çaya wî ya germ li ser kitêban sohbet bikin.
Çend sal şûnde li Amedê, li hewşa mizgeftekê rastî melayekî hatim ku ji bo hevdîtinekê çûbûm. Mele Seyfedîn yek ji wan feqiyan bû ku kitêbên xwe bi destên xwe îstînsax kirine. Gava behsa kitêban dikir rûyê wî jî geş dibû:
“Wê dewrê peydakirina kitêban pir zehmet bû. Çerçî dihatin gundan lê pereyê me tune bû. Me jî kitêbên ku me bi destan îstînsax kiribûn, bi kitêbên din diguherandin. Di nav kitêban de ya herî giranbuha û nediket destê tu kesî Dîwana Melayê Cizîrî bû. Ji ber ku pir buha bû. Min çend caran Dîwan îstînsax kir û bi kitêbên din guherandin.”
“Ji xeynî hezkirinê seydayên wekî Ebdulwehabê Derêzbînî Dîwana Mela ji bo wergirtina îcazeyê ferz kiribû. Talibên ku di merasîma îcazê de nedikarîn Dîwana Mela bixwînin yan jî şerh û me’ne bikin, nedikarîn îcazê wergirin û bibin mela. Li gor seydayê Derêzbînî hemû ‘ilmên ku wan bi erebî dixwendin miqabilê beyteke Mela bûn. Yanî bazara Dîwanê hebû.”
Di qonaxa modernbûnê de guherîna cureya deshilatdariyê, têkiliya gund û bajarvaniyê, zimanê perwerdeyê, çanda xwendin û nivîsînê pirs û mijarên eslî ne ku nivîskar û zanyarên her neteweyekê bi kedên mezin û bi awayekî ciddî xebat kirine û berhem afirandine.
Em jî dikarin bi xebatên dîroknasiya civakî trajediya modernbûna xwe û şoreşa xwe ya nîvcomayî ji aliyên cuda ve analîz bikin. Belkî wê çaxê çîrokên kesên wekî Mele Mihemed dikarin bibin perçeyek ji dîroka me ku wî kitêb danîne ser milên xwe û gund bi gund kitêb firotine.
Botan Times