MAM CELAL Û QEDEXEKIRINA ROMANA MIHEMED MUKRÎ ”SEGWER – REYÎN”

Lokman Polat

Dema min bihîst ku pirtûka Mihemed Mukrî a bi navê ”Segwer – Reyin” ji alî YNK/Yekîtîya Niștîmanî Kurdistan/ hatiye qedexe kirin û paşê bi hewldana siyasetmedar û serokekî kurd û herweha serokê komara Irakê ê berê Mam Celal Talebanî hatiye çap kirin, bala min kişand û ez dame fikrandin.
Gelo ev pirtûka zirav a 60 rûpelî ji bo çi ji alî YNKê ve hatibû qedexe kirin? Di naveroka wê de çi hebû ku li hesabê YNKê nehatibû û ew qedexe kiribû? Û herweha çima Mam Celal li hemberê helwesta YNKê helwesteke wergirtibû û ji bo pirtûkê pêşgotinek nivîsîbû û ew dabû weşandinê?

Dema cara yekem pirtûka Mihemed Mukrî tê çap kirin, weşana wê qadroyên siyasî, navendî û herweha birêvebirên YNKê aciz dibin, rexneyên tûj li Mihemed Mukrî û pirtûka wî digrin, li hember derdikevin û pirtûkê qedexe dikin. Ev helwesta YNKê a qedexeyî, di esasê xwe de, dide diyar kirin ku partî û rêxistinên kurdan (ne tenê yên başurê Kurdistanê, yên herçar parçeyên Kurdistanê) ji rexneyê ditirsin. Ji xwe dema mirov li parçebûna siyasî û rêxistinî yên gelek partî û rêxistinên kurdan dinêre, di serî de ji bo ku ji rexneyan re tehemûl nakin û dibine sedemê perçebûna partî û rêxistinê. Heger birêvebirên partî û rêxistinan li pêşberê rexneyan bi tolerans bana, tehemûl bikirana, dê di partiyan de ewqas cudabûnî çênebana.
Em vegerin pirtûka Mihemed Mukrî, piştî nerazîbûna birêvebirên YNKê û qedexekirina pirtûkê Mam Celal dest davêjê, bi wan re minaqeşe dike û piştgiriya nivîskarê pirtûkê Mihemed Mukrî dike.
Romana Mihemed Mukri “Segwer” (Reyîn) bi soranî ye. Ji alî Besam Mistefa bi Kurmancî hatiye werandin û di nav weşanên Avesta de li Stenbolê derketiye. Pirtûk di sala 1982 de hatiye nivîsîn. Mam Celal Talebani ji çapa 1998an re pêşgotinek nivisandiye û wiha dibeje: “Min çiroknivisê kurd ê mezin mamoste Mihemed Mukri bi saya romana Segwer (Reyin) baştir nas kir. Pir li xweşa min çû ku romana wi Segwer hate çapkirin ü belavkirin. Le hîn zû dengê acizî û nerazibûnê di nav hinek kadro û peşmergeyên YNK da derket. Ev mafê her mirovekî ye, heke na kîjan diktator ji halan, pesindan ü şabaşan hez nake? Ku bi rasti ev cûre reftare yê çawîșên siyasi ye, ne yê nûser, ronakbir, edib û mirovên durist e. Ez qenciyek din jî di çapkirina Reyîn de dibinim, çimki heyameke şoreşa me ya nû û piroz bi bîr tîne û me teşwiq dike, ji bo bikaranîna mafê piroz ê azadiya bir û nerinê û serbestiya raman û boçûnan.”

Helbestvan/Şair Mueyed Teyib ku Mukrî ev kurteroman îthafi wî kiriye, di peşgotina ku bo çapa kurmanci nivîsandiye de dibêje: ”Mihemed Mukrî, yek ji pêşengên çirok û romana kurdî ye. Zimaneki rehwan hebû. Xwedi rewşenbiriyeka fireh bû. Pir dixwend û pir dinivisi. Xwedi helwest û miroveki birewer bû û li ser helwestên xwe pir diêşa; lê heta roja dawiyê jî ji jiyana xwe her ma ew mirovê azad di gotin û nivîsîn û kiryarên n xwe da.”

Belê, weke ku min di destpêka vê gotara xwe de jî got; dema min bihîst ku YNK romana nivîskarekî kurd qedexe kiriye û paşê Mam Celal dest avêtîyê, hewl daye ku ew romana qedexekirî were çapkirin û belavkirin, bala min kişand, min meraq kir; gelo di romanê de çi rexne li YNKê hebû ku hatibû qedexekirin? Gelo romannivîser behsa şaşiyên îdeolojîk, siyasî û rêxistinî yên YNKê kiriye û di romana xwe de nivîsiye. Lêbelê min roman xwend û herweha ji bilî rexneya şerê birakujiyê rexneyeke berbiçav li YNKê nehatibû kirin.

Niha derbarê naveroka kurteromanê û mijarên ku di pirtûkê de hatine qal kirin û şîrove kirin çend gotin bibêjim. Kurteroman bi forma ”Tu” bi vegotina vebêj ku nivîskar e, hatiye nivîsîn. Vebêj analîza kesayeta kesekî dike û wî bi pirhêlî dipişkifîne. Behsa tenêtiya wî, haletê ruhîyeta wî, derûniya wî a curbecur dike. Ji ravekirina vebêj diyar dibe ku lehengê romanê di zîndanê de girtiye û bi qeyd û zincîran girêdayî ye.

Vebêj dibêje : ”Te bi zincîrên dest û piyên xwe, hîn dîwar nexişandibûn. ” û diyar dike ku ew girtî nivîskarek bûye, loma vebêj dibêje : ”Tu qet ne xweşnivîs bû. Lê ji bo nivîsandina wê peyvê te wek xweşnivîsekî…” Û bi hevokeke dirêj gotinên xwe didomîne.

Belê, lehengê romanê girtiyek e. Dema jê re dibêjin; ”Doh, ber êvarî bû, dema ji te re gotin ku dê sibê bi şev fermana daleqandina te bi cih bînin. Li gorî te tişteke normal bû û karekî wiha li te nekir. Te bi girnijîn nûçe wergirt. Te tiştek negot. Wan ji te re got: me nûçe ji diya te re jî şandiye, da hûn ji bo cara dawî hevdû bibînin.”rûpel: 21.

Dema vebêj dibêje : ”Îşev saet diwanzdeh dê fermanê bi cih bînin.” Gelek bîranîn di mejiyê wî de derbas dibe., serpêhatî û serboriyên dema berê tê bîra wî. Dîmenên gelek tiştên berê têne ber çavên wî. Bîranînên wî di ber çavên wî de zindî dibin, jîndar dibin.

Di bîranînên wî yên dema çûyî de, hevûdu dîtina wî û diya wî, qalkirina diya wî ku çawa bavê wî di şkenceyê de kuştine, destdirêjiya/tecawiza Nesrîna xwîşka wî ku di şkencexaneyê de tecawizî wê dikin û piştê ku wê û diya wê berdidin, Nesrîn xwe dişewitîne, dikuje. Dramaya malbata wî dil û kezeb li mirov dişewitîne.

Xebera kuştina bavê wî û xwekuştina Nesrîna xweşka wî, derûniya/psîkolojiya wî xerab dike. Ew xwe li hember ruhê/giyanê wan herdu bêgunehan sucdar, tawanbar, gunehkar dibîne. Lewre ew bûye sedemê vê bûyera zordariya desthilatdariya dagirkeriyê.

Pirtûka kurteromana Mihemed Mukrî ji hêla edebî, pîvanên wêjeyî û qalkirina zilm û zordariya dagirkeran ve û herweha rexneya li şerê birakujiya kurdan, berhemek serketî ye. Di pirtûkê de hinek peyvên soranî hene/ji xwe orîjînala pirtûkê soranî ye/ ku min maneya wan peyvan fêm nekir. Xwezî li dawiya pirtûkê ferhengokek hebûna û maneya peyvên soranî bi kurmancî bihatina nivîsîn.

Di pirtûkê de bûyera kuştina Dilşadê 16 salî ku di çalakiya pêşmergan ji bo teqandina lûleyên petrolê de tê kuştin, di heman demê de diya Dilşad ji bajêr tê ku kurê xwe bibîne, lêbelê dibîne ku wa ye cendekê Dilşad li erdê ye, ew hatiye kuştin, şehîd ketiye. Pêşmerge mezel amade dikin ku wî defin bikin. Di wê dema ku diya Dilşad li ser termê kurê xwe digrî, balafirên şer ên dewleta dagirker tên wê derê bombebaran dikin û diya Dilşad li ser termê kurê xwe tê kuştin. Bi teqîna bombeyê herdu jî têne şewitandin. Nivîskar/vebêj bûyerê rave dike, lêbelê rexne nake ku çima zarokên 16 salî digrin bin çek, wan bi çek dikin û dişînin çalakiyên şer û di çalakiyan de têne kuştin. Divê di vê mijarê de rexne hebana, lê tune. Divê nivîskar digel rexneya şerê birakujiyê, di vê hêlê de jî rexne li partî û rêxistinên kurdan û herweha rexne li YNKê bigirta. Di pirtûkê de ji bilî rexneya gelemperî a şerê birakujiyê, rexneyeke din a berbiçav li YNKê nehatiye girtin.

Ji bo yek rexneyek an jî bi gelemperî mirov ji bo rexneyan pirtûk qedexe bike ev şaşiyeke mezin e. Mam Celal Talebanî baş kiriye û helwestek rast wergirtiye ku li hevalên xwe rexne girtiye û bûye alîkar ji bo çapkirina weşandina pirtûkê. YNK ya ku ji xwe re digot sosyal demokrat û bubû endamê înternasyonala sosyal demokrasiya cîhanê, lê çi heyf ku weke rêxistineke mihafeqezekar û antî demokratîk tev digere û helwestên şaş werdigre.

Di derbarê şerê birakujiyê de vebêj bi devê diya lehengê romanê bi du hevokan de gotinên baş dike, rexne li şerê birakujiyê digre. Piştî helwesta diya wî ya li hemberî şerê birakujiyê, , rexneya wê û gotinên wê yên rast û durist li ser leheng bandor dike û ew jî li dij şerê birakujiyê derdikeve û çeka xwe/tifînga xwe datîne, ji hevalên xwe yên rêxistinê re dibêje : ”Êdî ez çeka xwe ji bo şerê birakujiyê bi kar naynim.” Ew tif û nalet li kesên ku bûn sedemê şerê birakujiyê dike. Binêr rûpel: 51.

Piştî çek danînê, ew diçe bajarê Basrayê. Bi guhertina nav û nasnavekî sexte, li wir bi nanozikê kar dike û dema ku peymana Adara sala 1970yî di navbera kurdan û dewleta Iraqê de peymana xweseriyê çêdibe ew vedigere Kurdistanê.

Di wêjeya kurdî de berhemên li ser mijara ”şerê birakujiyê” pir hindik in. Di sala 1996an de pirtûkek min a bi navê ”Hawar û Qêrîn – Bese şerê birakujiyê” derketibû. Min wê pirtûka xwe bi forma kurteromanê û weke berhemeke edebî û bi şêweya ekola realîzmê nivîsîbû.

Derbarê pirtûka/kurteromana Mihemed Mukrî de bi kurtahî ez van gotinên xwe yên dawî bibêjim; Mihemed Mukrî bi forma ”Tu” berhemek hêja a wêjeyî û serketî nivîsiye. Ev pirtûka wî kêmê pirtûkên nivîskarên wêjeya cîhanê ku bi vî stîlê, bi vê şêweyê ango bi forma ”Tu” nivîsîne nîn e, yanî ji wan berhemên edebî kêmtir nîn e. Di xwendina vê pirtûkê de mirov tehm û lezeta xwendina berhemêm Franz Kafka, Sadik Hîdayet û Hesenê Metê dibîne. Weke berhemên wan hest û ruhekî edebî/wêjeyî ji xwendinê xweşhal dibe.

Mihemed Mukrî bi soranî gelek pirtûkên çîrokan, şano û roman nivîsiye û weşandiye. Divê hemû berhemên wî yên bi soranî bi kurmancî li bakurê Kurdistanê werine çapkirin û weşandin. Wî bi navê ”Îsmaîl Beşîkçî û Kurd” pirtûkek lêkolînî jî nivîsiye û ev pirtûk bi soranî 3 car hatiye çap kirin. Divê weqfa Îsmaîl Beşîkçî kurmanciya vê pirtûkê çap bike.

Romanên Mihemed Mukrî yên bi navên ”Heres”/Ketin” , ”Tole/Tolstendin” , û ”Ejdeha” bi kurmancî li bakurê Kurdistanê werine weşandin. Ez ê wan bikirim û bi dilxweşî bixwînim.

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *