Zeydî bangî komên çekdar kir: Heman gava Sedir biavêjin

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî ji ber biryara veqetandinakoma çekdar a Seraya Selamê ji Tevgera Niştimanî ya Şîe û girêdana wê ya bitemamî bi dewletê re spasiya Muqteda Sedir kir.

Zeydî ragihand, “Ev înîsiyatîv ji bo aramiya navxweyî gaveke gelekî girîng e” û wîbangî komên çekdar ên din kir ku heman gavê biavêjin.

Pêdiviyek ji bo serweriya qanûnê

Muqteda Sedirê Serokê Tevgera Niştimanî ya Şîe, koma çekdar a Seraya Selamê jitevgera xwe veqetand da ku ew bi temamî bibin beşek ji dewletê.

Sedir her wiha daxwaz ji pêkhateyên din ên Heşdî Şebiyê kir ku xwe ji biryarênpartîtî û eşîrî dûr bixin.

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir.

Zeydî di daxuyaniyê de pesnê wê helwesta Muqteda Sedir da û diyar kir ku ev gav jibo piştgiriya saziyên dewletê û çespandina rûmet û serweriya qanûnê pêdiviyekebingehîn e.

“Çek divê tenê di destê dewletê de bin”

Elî Falih Zeydî anî zimên ku înîsiyatîva Muqteda Sedir ji bo bihêzkirina aramiyanavxweyî û çespandina prensîba sînordarkirina çekan di destê dewletê de gelekîgirîng e.

Zeydî her wiha got ku ev gav piştgiriyek e ji bo hêzên ewlehiyê da ku erkên xwe yênniştimanî û destûrî pêk bînin.

Serokwezîrê Îraqê bangî hemû komên din ên çekdar kir ku heman “rêbaza niştimanîû berpirsyarane” bi kar bînin.

Zeydî daxwaz kir ku ew kom di bin sîwana dewletê û saziyên fermî de bixebitin daku parastina Îraq û serweriya wê were garantîkirin.

Zeydî destnîşan kir ku tenê dewlet aliyê rayedar e ku çekan bi kar bîne û qanûnê bicih bike.

Serokwezîrê Îraqê di dawiyê de ragihand ku ev qonax hewceyî yekxistina hewlênhemû aliyan û bipêşxistina berjewendiya bilind a niştimanî ya Îraqê ye. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *