Zaroka wî ya pêşî “Yayla” (Zozan)

Zinar SORAN

Zaroka Faîk Bucak ya pêşî, Yayla (Zozan) di 7ê tîrmeha 1942an de tê dinyê. Ew dixwaze li nifûsê nave wê weke Zozan qeyd bike. Lê midûrê daîreya nifûsê nivîsandina vî navî qebûl nake; ew jî di heman maneyê de navê wê “Yayla” qeyd dike. Lê Faîk Bucak bi misogerî dixwaze navên zarokên xwe, meriv û derdora xwe bi kurdî qeyd bike. Li Swêregê cara pêşîn ew navên kurdî li hinek zarokên xwe û zarokên merivên xwe dike. Weke navên Roza, Zelal, Zêrîn, Ziving, Yekbûn, Beybûn, Ferzende, Hêvî, Guhdar, Hişyar, Jêhat, Serhad, Sertaç û hwd…

Çîroka xwendina Zozanê jî balkêş e. Ew li Antakyayê dest bi dibistana seretayî dike. Gava tayina bavê wê derdikeve qeza Gurunê ya Sêwasê, ew xwendina xwe li wir didomîne.  Li Gurumê mamosteyê wê yê dibistanê bavê Denîz Gezmiş, Cemîl Gezmiş e.

Zozan dûre xwendina xwe li Swêregê didomîne. Dibistana navîn li Ruhayê dixwîne û li dibistana Kandîlê dest bi xwendina lîseyê dike. Lê ji bo bavê wê Faîq Bûcak Sirgûn dibe, ew dev ji dibistanê berdide û vedigere Ruhayê.

Li Ruhayê ji derve dikeve îmtehanan û dîplomaya lîseyê werdigre. Ew jî weke bavê xwe dixwaze di zanîngeha hiqûqê de bixwîne. Lê ji bo ku ew nikare têkeve zanîngeha hiqûqê, ferqa dersên ji bo mamosteyê dide û dibe mamoste. Piştî ku salakê mamostetîyê dike, Faîk Bûcak ji bo xwendina bilind, di gulana 1964an de wê dişîne Parîsê. Merivên Faîq Bucak ji bo şandina Zozanê rexne, gilî û gazînan li wî dikin ku çawa ew dikare qîza xwe bi tenê bişîne welatekî derve. Lê ew bersîva wan bi vê peyva pêşîya dide: “Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e!”

Gava Faîq Bûcak tê şehîdkirin Zozanê li Parîsê ye. Lê ew vê xebera reş dereng dibihîze. Piştî şehadeta bavê xwe bi çend mehan, gava rojekê dihere mala Kamûran Bedirxan  îlana wefata bavê xwe ya di  rojnameya ”Yenî Akiş”ê de, li ser masa wî dibîne.

Ji bo wesyeta bavê wê ya ku ”çi dibe bila bibe, divê tu xwendina xwe temam bike!” Zozan venagere welêt û xwendina xwe li Parîsê didomîne.

Zozanê piştî demekê,  li Almanyayê bi rektorekî zanîngeha Bremenê re dizewice û qîzek wan çêdibe. Ew navê wê dikin “ZOZAN”. Bi vî awayî “Yayla”yê helwesta bavê xwe ya ku divê navên zarokên me bi kurdî bin, weke wesyetekê pêk tine.

Min xwişka Zozanê cara pêşîn di sala 1973an li Berlîna Rojhilat ya Almanyayê dît. Ez li ser navê PDKT di sala 1973an de bi du hevalên xwe re çûbûm Berlînê. Gava xwişka Zozanê bihîst ku çend xortên ji Bakurê Kurdistanê hetine, bi taybetî hate Berlînê me ziyaret kir û xwest bizanibe bê tu pêwîstîya me bi tişkî heye ya na.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *