Yekîtiya Ewropayê: Divê rêz li mafên Kurdan bê girtin

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê û Wezîrên Karên Derve yên Fransa û Fînlandayê derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê û çarenivîsa Kurdan de helwesta xwe nîşan da.

Fransa tekez dike ku divê mafên Kurdan bên parastin û metirsiya DAIŞê bê kontrolkirin.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê ji Rûdawê re ragihand ku ew li gel hevkarên xwe yên li herêmê di pêwendiyê de ne û rewşê ji nêzîk ve dişopînin.

“TiÅŸtê ku li bakurê Sûriyeyê rû dide cihê dilgiraniyê ye”

Kallasê got “Bêguman tiÅŸtê ku rû dide, bi taybetî li beÅŸa bakurê Sûriyeyê, cihê dilgiraniyeke mezin e; nexasim ji ber ku kamp li Sûriyeyê hene.

Ez bi Serokwezîrê ÃŽraqê re jî di pêwendiyê de bûm ka ew çawa li vê rewşê dinêrin. Niha em li ser vê mijarê nîqaÅŸ dikin.”

Kallasê her wiha diyar kir ku di destê wan de gelek pêşniyar nînin lê mebesta wan ew e ku bikarin rewşê ber bi aliyekî rast ve bibin.

“Divê rêz li mafên Kurdan bê girtin”

Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bal kişand ser hewlên welatê xwe yên ji bo agirbestê û got:

“Hewlên navbeynkariyê yên ku ji aliyê Fransayê ve bi beÅŸdariya kesî ya Serokkomar hatine pêşkêşkirin, rê li ber xwînrijandinê girt û gihîştin agirbestekê.”

Barrot derbarê pêwendiyên Şamê û Kurdan de jî peyameke zelal da û got:

“Divê rayedarên Åžamê û hevkarên me yên Kurd di nava dan û standineke wisa de bin ku encamek jê derkeve.

Em dê piştrast bin ku di çarçoveya van dan û standinan de, rêz li mafên Kurdên Sûriyeyê bi temamî were girtin û metirsiya jinûvezindîbûna DAIŞê bi temamî were kontrolkirin.

Divê ji bo ti cureyê zindîbûna terorîzmê li Sûriyeyê cih nebe.”

“Em piÅŸtgiriyê didin parastina mafên mirovan”

Wezîra Derve ya Fînlandayê Elina Valtonenê jî piştgiriya welatê xwe ji bo mafên mirovan anî ziman û got:

“Em bi temamî piÅŸtgiriya xweragirtin û parastina mafên mirovan ji bo hemû welatiyan û endamên hemû kom û pêkhateyên Sûriyeyê dikin.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *