Xamineyî bangî parlamentoyê kir: ‘Nakokiyên siyasî deynin aliyekî’

Mucteba Xamineyî ji bo salvegera destpêkirina kar û xebatan aParlamentoya Îranê peyamek belav kir.

Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî ji aliyên siyasî ûparlamenteran xwest ku nakokiyên xwe yên siyasî deynin aliyekî.

Mucteba Xamineyî tekezî li “parastina yekrêziya niştimanî kir ku ji bo rûbirûbûnazextên derve faktoreke sereke ye.”

Medyaya Îranê peyama Mucteba Xamineyî bi nivîskî belav kir.

Xamineyî di peyamê de gotiye:

“Nexşeya paşerojê ya neyarên Îranê ya piştî şer û zextên aborî, çêkirina dubendî ûparçekirina civakê ye.

Loma pêwîst e hêzên siyasî rê li ber wê yekê bigirin ku cudahî veguherin tundiyê.”

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ji Parlamentoyê xwest ku bi hikûmet û desthilatadadweriyê re stratejiya aboriya berxwedanê bikin karnameya xwe ya sereke û diyarkir ku divê ev yek di bin siya yekrêzî û asayîşa niştimanî de bê kirin.

Bernameya 7an a Bipêşketinê

Xamineyî xwest ku di stratejiyê de çareserkirina rewşa piştî şer karê sereke be û anîziman:

“Pêwîst e Bernameya 7an a Bipêşketinê were sererastkirin.

Divê xalên taybet ên li ser nûjenkirina zererên şer tê de cih bigirin.”

Bernameya 7an a Bipêşketinê, stratejî û nexşerêya 5 salî ya aborî, civakî û çandî yaKomara Îslamî ya Îranê ye.

Ev bername ji aliyê hikûmetê ve hatiye amadekirin û ji bo pesendkirinê şandineparlamentoyê.

“Dîplomasiya parlamentoyê bi pêş bixin”

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê daxwaza aramiya navxwe kir û destnîşan kir:

“Pêwîst e bal were kişandin ser kontrolkirina enflasyonê, bilindkirina nirxê tumen ûçareserkirina debara xelkê.”

Xamineyî di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser dîplomasî û yekrêziyaniştimanî û eşkere kir ku divê dîplomasiya parlamentoyê bi pêş bikeve ûberjewendiya niştimanî di ser berjewendiyên partiyan û herêman re were girtin ûgot:

“Divê li hemberî hêzên derve helwesta hemûyan zelal be.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *