Wezîrê Alman: Em ê bersiveke bihêz bidin Rûsyayê 10.09.2025 19:36

Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, ji bo êrîşên bi balafirên bêmirov ên Rûsyayê li ser qada hewayî ya Polonyayê got ku ev bêbersiv namîne û reaksiyon wê bi awayekî xurt û eşkere bê nîşandan.

Wezîr Alman di civîna NATO ya Brukselê de diyar kir ku Rûsyayê bi van êrîşan zêdekirina aloziyan qebûl kiriye û divê bersivek zelal û xurt ji wan re bê dayîn.

Wadephul da zanîn, ew ê ji bo vê yekê bi hevalbendên xwe yên di nava NATOyê de, li ser mijara Ewlekariya Ewropayê, bi taybetî jî bi Polonyayê re, li gorî xala 4. ya Peymana NATOyê, diyalog û şêwirê bidomînin.

Wezîrê Alman da xuyakirin, “Armanc ew e ku Rûsya bizane, heke êrîş li ser xaka endamekî NATOyê were kirin, NATO dê bi hemû hêza xwe tevbigere û bertek nîşan bide.” (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *