Donald Trump û Benjamin Netanyahu li Qesra Spî civiyan. Trump got ku ew dikarin hefteya bê bi ÃŽranê re hevdîtinekê bikin. Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku “li Xezzeyê tu astengiyek ji bo agirbestê tune.”
Trump di şîvê de pirsên rojnamevanan bersivand û derbarê hewldanên agirbestê yên li Xezzeyê de got, “Em li ser rêya aÅŸtiyê li Xezzeyê ne. Em pir hêvîdar in. Hamas jî agirbestê dixwaze. Tu astengiyek ji bo agirbesta ÃŽsraîl-Hamasê tune,” û destnîşan kir ku “tiÅŸt pir baÅŸ pêşve diçin.” Nûnerê Taybet ê Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff got, “Li Xezzeyê derfetek ji bo aÅŸtiyê heye.”
Netanyahu got, “Em bi Amerîkayê re dixebitin da ku welatên ku wê ji bo Filistîniyan pêşerojek çêtir pêşkêş bikin bibînin.”
“Ez hêvî dikim ku em neçar nebin ku vê bikin”
Trump derbarê krîza bi ÃŽranê û ÅŸerê 12 rojan de got, “Me bi ÃŽranê re hevdîtin plan kirin û ew dixwazin biaxivin. Derbeke mezin li wan hatiye xistin.” Dema ku ji Trump hat pirsîn ka planên êrîşeke din li ser ÃŽranê hene an na, wî bersiv da, “Ez hêvî dikim ku em neçar nebin ku vê bikin.”
Wî herwiha got ku wan li ser daxwaza welatên herêmî û Netanyahu cezayên li ser Sûriyeyê rakirine û bi vê yekê ew “dixwazin ÅŸansekê bidin” rêveberiya Åžamê.
Ji bo Xelata Nobelê hat berbijêrkirin
Ji aliyekî din ve, Netanyahu got ku wî berî civînê Trump ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê berbijêr kiriye û nameya xwe ya berbijêrkirinê daye Trump. (PK)


