Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyeke girîng derbarêÎranê û çekên nukleerî de belav kir.
Trump diyar kir ku divê Îran qebûl bike ku ew dê ti carî nebe xwediyê çek yan jîbombeyên nukleerî.
Trump destnîşan kir ku divê Tengava Hurmizê yekser ji bo çûn û hatina keştiyan abêasteng a di her du aliyan de were vekirin û baca derbasbûnê jî neyê sitandin.
Serokê Amerîkayê her wiha da zanîn ku hemû mayînên di nav avê de, heke hebin,dê werin têkbirin.
Trump bi bîr anî ku wan berê bi amûrên xwe yên bipêşketî gelek mayîn îmha kirine ûÎran jî dê mayînên din di demeke kurt de ji holê rake.
Dorpêç tê rakirin
Donald Trump ragihand ku ew dorpêça deryayî ya li ser Tengava Hurmizê ku“bêhempa bû” radikin.
Trump ji bo xebatkarên keştiyên ku asê mabûn wiha got:
“Ew keştiyên ku ji ber dorpêça me li tengavê asê mabûn, êdî dikarin vegerin malênxwe.
Ji aliyê min ve, serokê we yê herî xweşdivî, silavan li jin, mêr, dayîk, bav û malbatênxwe bikin!”
Toza nukleerî dê were têkbirin
Donald Trump behsa materyalên zengînkirî yên ku carinan wekî “Toza Nukleerî” tênbinavkirin jî kir.
Li gorî daxuyaniya Trump, ev materyal li bin çiyayên rûxandî asê mane ku 11 mehberê bi êrişên balafirên B2 yên Amerîkayê hatibûn rûxandin.
Trump eşkere kir ku Amerîka dê wan materyalan derxe û ji bo vê karî tenê Amerîka ûÇîn xwedî şiyanên teknîkî ne.
Ev kar dê bi hevahengiya Komara Îslamî ya Îranê û Ajansa Enerjiya Atomê yaNavneteweyî (IAEA) were kirin û ew materyal dê werin têkbirin.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku heta daxuyaniyeke din ti dan û standina pereyannabe û li ser hinek mijarên din ên kêmfêde jî lihevkirin çêbûye.
Trump di dawiya daxuyaniya xwe de got, “Ez dê niha li Jûra Rewşê (SituationRoom) bicivim da ku ez li ser vê mijarê biryara dawî bidim.” (Rûdaw)


