Trump dîsa gef li Îranê xwar

Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din gef li ÃŽranê xwar û hiÅŸyarî da ku eger xwenîşander bên kuÅŸtin, ÃŽran dê “derbeyeke gelekî giran” ji Amerîkayê bixwe.

Xwenîşandanên ku dawiya sala 2025an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber giraniyê dest pê kiribûn berdewam dikin û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî rewşê ji nêzîk ve dişopîne.

Donald Trump roja yekÅŸemê di balafira Serokatiya Amerîkayê “Air Force One”ê de ji rojnamegeran re axivî û peyamên tund dan rêveberiya Tehranê.

“Em rewşê ji nêzîk ve diÅŸopînin”

Trump diyar kir ku ew çavdêriya bûyeran dikin û got:

“Em rewşê gelekî ji nêzîk ve diÅŸopînin. Eger ew dest bi kuÅŸtina xelkê bikin, wekî ku di rabirdûyê de kirine, ez bawer im ew dê ji aliyê Amerîkayê ve derbeyeke pir giran bixwin.”

“Em bi çekên xwe amade ne”

Serokê Amerîkayê Donald Trump çend roj berê jî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Truth Socialê daxuyaniyeke tund belav kiribû û gefa mudaxeleyê xwaribû.

Trump di wê peyama xwe de gotibû:

“Eger ÃŽran xwenîşanderên aÅŸtîxwaz gulebaran bike û bi awayekî hovane bikuje ku ev edeta wan e Amerîka dê bi hawara wan ve biçe.”

Trump her wiha îşaret bi amadehiya leşkerî kiribû û anîbû zimên:

“Em bi çek û cebilxaneyên xwe amade ne û li benda tevgerê ne. Spas ji bo guhdana we ya ji bo vê mijarê!”

Xwenîşandan belav dibin

Xwenîşandanên ji ber giraniyê û rewşa aborî roja Yekşemê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Tehranê dest pê kiribûn.

Di demeke kurt de xwenîşandan li parêzgehên wekî Kirmaşan, Loristan, Îlam, Çarmehal û Bextyarî, Qûm, Xûzistan, Fars, Îsfehan, Hemedan û Meşhedê belav bûn.

Heta niha li hinek bajaran di navbera hêzên ewlehiyê û xwenîşanderan de alozî derketiye. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *