Trump bi telefonê bi Serok Barzanî û Bafil Talebanî re axivî

Malpera Axiosê ya Amerîkayî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê bi Serok Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî re axivî.

Axios dibêje, “Armanca van pêwendiyan gotûbêjkirina ÅŸerê hevpar ê Amerîka û ÃŽsraîlê yê li dijî ÃŽranê û pêngavên paÅŸerojê yên vê nakokiyê bû.”

Sê çavkaniyên agahdar ji malperê re ragihand, “Ev pêwendî tenê rojekê piÅŸtî destpêkirina bombebaranên dijwar ên Amerîkayê yên li ÃŽranê (roja ÅŸemiyê) hatin kirin.”

Çavkaniyekê naveroka guftûgoyan wekî “hestyar” pênase kir û red kir ku hûrgiliyên zêdetir eÅŸkere bike.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê di bersiva pirseke derbarê van pêwendiyan de got:

“Serok Trump di nava çend rojên borî de bi gelek hevpeyman û hevparên li herêmê re di pêwendiyê de bû.”

Çima Kurd?

Li gorî raporê, “Bi hezaran leÅŸkerên perwerdekirî yên Kurdan li ser sînorên ÃŽran û ÃŽraqê hene û ew kontrola deverên stratejîk dikin ku dikarin di dema gurkirina ÅŸer de roleke sereke bilîzin.”

Axiosê nivîsî, “Her wiha pêwendiyên kûr ên Kurdên ÃŽraqê bi Kurdên li nav ÃŽranê re hene ku ev jî ji bo Amerîka û ÃŽsraîlê wekî xaleke bihêz tê dîtin.”

Çavkaniyekê ji Axiosê re got, “Serok Trump bi hemûyan re diaxive, hem bi serkirdeyên Kurd re û hem jî bi Recep Tayyîp Erdogan re.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *