Tom Barrack: HSD û Şam gelekî nêzikî rêkeftinê ne -Video

Tom Barrack li ser dan û standinên HSD û Şamê got, “Em gelekî nêzîkî rêkeftinekê ne. Wan 10ê Adarê rêkeftinek îmze kiriye û vegeriyane ser rêkeftina 10ê Adarê.”

Tom Barak her wiha da zanîn ku Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara dê vê mehê serdana Washingtonê bike.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê ye Tom Barrack li Diyaloga Menameyê ya li Behreynê axivî.

Tom Barrack ragihand ku stratejiya Serokê welatê wî Donald Trump a ji bo Rojhilata Navîn ew e ku divê bi “gavên wêrek” ji nû ve were sêwirandin.

Barrack diyar kir ku siyaseta nû ya Washingtonê hewl dide “bi ser dehsalên dîplomasiya zingarî de baz bide” û li şûna ku xwe bispêre “destwerdana Amerîkayê”, tevgereke herêmî ava bike.

Barrack da zanîn ku îdareya Trump ji guherînên li Sûriyeyê kêfxweş e ku piştî rûxandina Beşar Esed, hikûmeteke nû bi serokatiya Ehmed Şer hat ser desthilatê.

Dîplomatê Amerîkî rola Tirkiyeyê ya di hêsankirina karên ji bo serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê de bilind nirxand û got, hevkariya Enqereyê “hişt ku hikûmeta Şer ava bibe.”

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barak dibêje ku Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara dê vê mehê serdana Washingtonê bike.

Barrack her wiha amaje bi hevahengiya berdewam a di navbera Tirkiye, Siûdî û Sûriyeyê de kir. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *