Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku nûçeyên vekişîna artêşa wan a ji Serê Kaniyê û Girê Spî ne rast in û leşker li ser erka xwe ne.
Di rojên dawî de hatibû îdiakirin ku Artêşa Tirkiyeyê ji her du navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê vekişiyaye.
Çavkaniyên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derbarê mijarê daxuyaniyek da ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyeyê û ew îdia red kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Bêyî ku ti daxuyanî werin dayîn, nûçeyên bi vî rengî hatine belavkirin ku leÅŸkerên Tirk ji herêma Operasyona Kaniya AÅŸtiyê vekiÅŸiyane.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li herêma Kaniya AÅŸtiyê li ser erka xwe ne. Di vê mijarê de ti guhetin çênebûne.”
Berdevkê Komîteyê gotibû vekişiyane
Her çi qasî Wezareta Parastinê vekişînê red bike jî Berdevkê Komîteya Pêwendiyan a Serê Kaniyê Mihemed Cemîl beriya niha ji Rûdawê re ragihandibû ku li bajêr guhertinên mezin çêbûne.
Mihemed Cemîl diyar kiribû ku li Serê Kaniyê alayên Tirkiyeyê ji hemû saziyên hikûmetê hatine daxistin û deriyên sînorî radestî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatine kirin.
Her wiha wî gotibû ku hêzên Tirkiyeyê bi rêjeyeke zêde ji nav bajêr vekişiyane û tenê li du gundan xalên wan ên biçûk mane.
Tirkiyeyê Çiriya Pêşîn a 2019an bi piÅŸtgiriya komên çekdar di çarçoveya “Operasyona Kaniya AÅŸtiyê” de êrişî Serê Kaniyê û Girê Spî kiribû û ew her du bajar dagir kiribûn. (Rûdaw)


