İro teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)ê, weke heyetekê ji endam û reveberîyê pêk hatibû, Serokê Federasyona Şêwirkarî û Civakî ya Mêrdînê (Mardîn Toplumsal Dayanişma Federasyonu) zîyaret kirin.
Heyeta PWK ê ji teref serokê Federasyonê bi awakî germ hate pêşwazî kirin.
Serokê teşkîlata Mêrdînê yê PWKê Nezîr Gelêrî, endamê KBN (Komîta Birêvebir a Navendî) Bedran Acar, di derbarê “Pêvajoya Heyî û helwesta PWKê” fikir û ramanên xwe dest nîşan kirin.
Serokê Federasyona Şêwirkarî û Civakî ya Mêrdînê brêz M. Şerîf Oter dê di derbarê pirsgrêkên civatê û di derbarên pirsgrêkên cotkaran de fikrên xwe anîn ziman.
Em ji bo, bi germahî pêşwazîkirina brêz M. Şerîf Oter spasîyê xwe pêşkêş dikin. Serokê Teşkîlata Mêrdînê yê PWKê Nezîr Gelêrî (11.11.2025)


