Rohat Denîz
Apo, dema di zanîngehê de bû, bi sedema belavkirinê “belavoka berbangê” tê girtin û bi alîkarîya Bakî Tug tê berdan, ev yek bêhtir Apo bi nav û deng dike. Apo îdî milîtanekî mezin e, gotinên mezin dike, “Kurdistan welatekî bindest e, ji hêla neyarên Kurdan ve hatiya dagirkirin, çare ne sihbet û minaqeşe ye, çare ku em herin xebata xwe li welatê xwe bikin. Rizgarî di çekan de ye” Ew û hinek hevalên xwe berê xwe didin Kurdistanê, Pîlot Necatî jî digel wan e. Pîlot Necatî ji hêla aborî alîkarîyên xurt dide Apo. Pere dixwaze pere, çek dixwaze çek, çapkirina pirtûk, kovar, belavokan û hwd; çi pêwist be Pîlot Necati derhal serrast dike. Pîlot Necatî tu carî tevli civînên wan nabe. Di dema civînan de Apo, bi şiklekî Pîlot Necatî dişine seyranê, yan sûkê. (Sozcu Tv, 2025) “Lê Pîlot Necatî her demê ji naverok û mijarên civînên me agahdar bû. Em di kontrola MITê de bûn.” (Karer, 1999)
Pîlot li Enqarê jî bi Apo re ye. Apo dibêje: “Pîlot di sala 1976an de kete nava kar… Midaxeleya dewletê pêşdikeve. Hevalbendên Kurd, hinek ajan dixînin nav me. Pir balkêş e, ya rast, ew neketin nav me, hema bêje ez wan distînim, dibêjim ‘werin em bi hevre bimeşin’. Terza min e, ’hûn karin bi hêsanî karên xwe bikin’ di vê şêwazê de ye…
… Serseriyê Xwedê, tu hîn çi dixwaze; tu dibê jin, jin; tu dibê pere, pere! Tu apartmana bixwaze, apartmana bistîne; bixwe, li hundir razê. Ez jî wekî kurê paşê tev digerim. Ez burjuvazî çawa bikar tînim?” (Ocalan, E. 1996)
Di mijara têkiliya Apo û MİTê de mikurhatiyê yekemin, girîng û watedar, rojnamevanê Tîrka Ewnî Ozgurel e. Ew dibêje; “Min di rojname û televizyonan de Apo dît, ew mirov bi min xerib nehat, gelo ez şaş bûm? Bû qismet di sala 1993an de ez çûm Bekayê, min ew ji nêzik ve dît, gumanên min rast bû, lê dîsa min jê pirsî: “Gelo em hevûdu nasdikin, wekî min tu di sala 1966-67an de li “Kûluba Ramanê”[1] dîtî ye?” Apo, dibêje rast e, lê tu vê yeke ji kesî re nebêje, bilêv neke, bihêle ez ê eşkere bikim.” Evnî Ozgurel vedigere Tirkîyê û vê sira xwe û Apo vedişêre, ji tu kesî re nabêje.
Piştî hevdîtina E. Ozgurel û Apo, Apo naçar dimîne li xwe mikur tê. Di pirtûka xwe ya bi navê Ziman û Çalakiya Şoreşê de wiha dinivîsine:
“… Dîsa, ew jin bi têkiliyek taybet hatibû girêdan. Dewlet, hin çi dixwaze? Ew (dewlet), rojane raporan distine: “Di himêza me de ye!” Qaşo ez bi temamî bi dewletê ve hatime girêdan. Tiştê ku Ugur Mumcu digot; “MITê, Apo xwedî kiriye” ev e. Me jî wiha xwe bi MITê da xwedîkirin, ewlehiya xwe bi rêya wan pêkanî, bi perê wan xwe bi rêxistin kir, li malên wan civînên herî girîng çêkir û me hêza wan ya entelektuel hinekî bikaranî. Me bi vî şiklî hinek têkilî pêk anî û di dema xwe de, me dev jê berda û xwe da alî (vekişand). Ev yek, me ji nişka ve nekir, bêtehriq, wekî hevalan digot, “Em lêxin” me nekir. Di virde, ajan be jî, lêdan bira li wir bimîne, şêweya bikaranînê çawa têkirin, hêjayî dîtinê ye. Tê lêxe, yan pê re bimeşe? Ev bûyerek mezin e, pirsgirêkek mezin e. Tu kes bi hêsanî nikare bi awayekî wîha bimeşine… Min têkiliyek bi hostayî meşand. Min hestek wiha bi wan re çêkir ku di dilê xwe de digotin, “di destê me de ye”. … Dewletê ji bo şopandinê du kes wezifedar kiribû. Yek jin û yek mêr. Yê mêr karîbû deh kes bi hutikek xwe li erdê rast bikira, ewqas xurt bû; jinikê jî bi hunera xwe karîbû deh mêr têk bibira, ew jî ewqas bi huner bû.
Min çawa kir? Min got; ez ê naçar bi vê yekê bijîm. Ma çi ji deste min dihat? Pêwîst e ku li min bi guman nekevin, min jî “ez bi we bawer im” yan jî “hûn rêhevalên pir baş in” îmajek wiha bi wan re ava kir. Ger ji min şik bikirana, rojekê ez nedimam.” (Ocalan, A. 1996)
Apo ji Mahîr Sayin re dibêje: … Paşê em têgihiştin ku têkiliya Pîlot Necatî û Kesîre, li gor min têkiliyek ku; MIT heta kontr-gerîlla me wekî alîgirên xwe rêbide. Bavê Kesîre, Elî Yildirim di rojnameya Cumhuriyetê de wiha dibêje, “Min keça xwe da vî kesî ji bo di kontrola dewletê de bimîne. (Sayin, M. 1997)
Di roportajek xwe de Apo wiha dibêje:
…
EO: Rast e, li Enqerê hinek mal xistibûn xizmeta me. Nûçe dighêje herêmên din. Ji xwe nikarin me bişopînin. Wekî Enqerê me dikşînin, rêxistina me hîn ava nebûye, me çarhawir bi xwe ve girêdidin.
KA: Rast e, Serokê min.
EO: Hem şirîn e, kibar e, pir bi şekir e, kebab û cixarên bi qunîk (filtre)…
KA: Rast e, Serokê min, têkilîyên jina jî bikar tînin…
EO: Têkilîyên jina, her cure xwarin di nava plan de ye.
KA: Rast e, Serokê min, valahî tune…
EO: Di vê wateyê de Ugur Mumcu nivîsî ye: “MITê PKK xwedî kirîye.” Helbet, xwedê kêmasîyê nede!
KA: Rastîya wê heye.
EO: Helbet heye. Mesrefa ku hatîye kirin, hêvîdarim ku wê di siberojê de bê lêkolinkirin û derkeve holê. Ji sala 1975an vîr ve hêja ye lêkolinkirinê. Felsefeyek ecêb e! Em wek xortên bêne daqurtandin hesibandin. (Xanî Tv, 2022)
Min bi temamî duwanzdeh salan bi perê MITê xwe xwedi kiriye. Îmkanên dewletê yên şênber bikar aniye û min rêyek dirêj li dû xwe hiştiye.” (Ocalan, E. 1996)
Li dû daxuyaniyên Apo îdî her tişt eşkere bûbû. Dîsa jî kesî newêrîbû bilêv bikira, hem tehdîda PKKê û hem jî dewletê li ser mirovan hebû. Hin kesan rewşenbîr li Ewrupa ev yek bilêv dikirin, lê dengê wan di nava wê zilm û zorê de nedihat bihîstin û nedihatin gohdarîkirin. Bêguman yên zanibûn (hevalbend û mirîdên Apo û neyarên Kurdan) û bi zanîn bilêv nedikirin jî hebûn, di vê mijarê de axaftin ji bo mixalifan zehmet bû. PKKê bi tawanbariya “ajan û xaîn e” pir bi hêsanî dikuştin. Ji sedîsed hemî tişt eşkere bûbû, hemî kesên bawer dikirin tevlê; tu kesî ev navê “ajan û xaîn” nikarîbû biserifanda. Wekî Selahattîn Çelîk dibêje: “Di navbera dewlet û PKKê de, avakirin, jiyandin û têkilîyek azad bi civatê re ji bo hêzek sêyemin ji zehmetîyê wêdetir, ne pêkan bû. Dewlet ji bo Ocalan nevendek e bawerîyê bû, Ocalan jî ji bo dewletê wiha bû.” (Çelîk, S. 2000)
Binerin, Sabahattin Onkîbar jî wiha dibêje:
“… Şahid û belgeyên min hene û dibêjim ku Evdila Ocalan endamê MITê ye. Yê ku Evdila Ocalan stendîye MITê, tevgeneralê MITê Bulent Turker e. Di arşivan de heye bavê Kesîre Yildirim endamê MITê ye. Apo gava di daîreya Tapo Qadastro da dixebitî bû endamê MITê. Min ev rastî, yeko yek di sihbetekê de, ji devê Sekreterê Tevahî yê Konseya Ewlekarîya Netewî Doxan Beyazit bi xwe bihist. Di salên 1993yan de ev tişt ji min re got û lê zêde kir, ger tu vê yekî wek rojnameger îro bêje û binivîse ezê înkar bikim –tu tişt bi min nayê- lê wê te ji holê rakin.” (Onkîbar, S.)
Di mijara têkiliya Apo û MITê de Evdirehman Dilîpak jî wîha dibêje:
“Hun lê mêzenekin ku ji bo Apo dibêjin û dinivîsînin “kujerê pitika” felan, ya rastî Apo ne yekî biyanî ye, ew ji malê ye. Di salên zanîngehê de diçû nimêja xwe, li derdora “Qûluba Ramanê” diçû û dihat. Têkildarê MITê bû. Kesîre endama MITê bû, bavê wê di nava MITê de xwedî wezifeyeke girîng bû. Gava Evdîla Ocalan li Şamê bû, avahîya ku Evdîla Ocalan tê de dima li jora wî Ataşeyê Tîrkîye yê lêşkerî û li jêra wî jî berpisîyarê MITê yê herêmê rûdinişt, ango ji malê ye, ne bîyanî ye. Di eslê xwe de Apo jî qurbanîyekî pergalê ye. Em tev mîna wî, wekî termînatoran perwerde kirine.” (Dilîpak, A)
Rojnamevanê Televizyona Akîtê Muharrem Çoşkun ji Doxu Perînçek dipirse:” Bi ya te dewletê PKK ava kir?” Bersiva Perînçek: ”Erê, di serî de Komara Tirkiyê û Gladyo PKK bi hevre ava kirin… Gotin ku, rêxistinên çep yên li herêma Rojhilat û Başûr kêzikan dixwin, em ê bi rêya PKKê wan bidin paqij kirin. Wê demê navê wan ‘Apoyî’ bûn. Dewletê, Apoyî birêxistin kirin, pêşîya wan vekirin, pênç hevalên min û gelek kesên ji rêxistinên din kuştin…” (Perinçek, D. 2025 )
Murat Bahadir Akkoyunlu jî wiha dibêje:
”Musteşarê MITê yê 1960î ji min re got, yaw ez ne musteşarê MITê bi tenê bûm, ez berpirsiyarê CIAyê yê herêmê jî bûm. Apo ji hêla wan ve (CIA) hat wezîfedarkirin, ji bo ku PKKê ava bike. Bakî Tug li jiyanê ye, di darbeya 1971ê dozger e, Apo ji bo belavkirina belavokan tê girtin. Ji hêla MITê ve notek hat ku ‘Apo endamê me ye, bila hayê we jê hebe.’ Bakî Tug cezayê herî sivîk dide wî û wî berdide. Dîsa Bakî Tug dibêje; Ugur Mumcu xwest ji bo vê mijarê bi min re biaxive, me roj diyar kir ji bo hevdîtinê, lê berîya hevdîtinê bi çend rojan hat kuştin.” (Akkoyunlu, M. B.)
Erol Mutercimler, ku lêşkerekî payebilind bû, ji hêla lêşkerî û siyasî ve baş hatiye perwerde kirin, dibêje: “Serleşker Îlter Vural gotîye, Apo, dema dibistana navendî qedand hat cem min ji bo di warê tapo-qadastro de stajê bike. Di destê wî de notek hebû, di notê de ‘jê re bibin alîkar’ nivîsandî bû. Ez jê re bûm alîkar, min ew li Zanîngeha Îstanbulê beşa Dadê de qeyd kir, paşê bir Zanîngeha Enkarê Beşa Siyasî.” (Sozcu Tv, 2024)
Nevzat Çîçek jî; “Apo ji roja ewil de endamê MITê ye. Apo tê Enqerê, diçe konferansên N. Fazil Kisakurek, bi Hesen Celal Guzel re di nava têkiliyê de ye, dihere Kûluba Ramanê, li Camîya Kocatepeyê nimêj dike. Dibe endamê, “Ulku Ocaklari[2]” û “Komeleya li Hember Komunizmê Tekoşîn[3]”. Gelo, paşê wek wezifedar, yan jî li Amedê di tesîra şoreşgerên welatparêz de dimîne refê xwe diguhere; dibe çepgir. “(Sozcu Tv. 2024)
Kemal Burkay jî di vê mijarê de wiha dibêje: “E. Ocalan beriya ku PKKê avabike tê xuyakirin ku bi MITê re ketiye nava têkiliyê. Endamên MITê di nava PKKê de rolên girîng bidest xistine û di serî de E. Ocalan heye. Ji xeynî E. Ocalan, Kesîre û yên din di nava PKKê de yên di asta herî bilind de D. Kalkan jî heye. Ango agahiyên me rêdide ew û hinek kesên din jî di nava vê tevgerê de bi MITê re dixebitîn. (Burkay, K. 2025)
Mihemed Şener di nameya ku ji Mistefa Karasû re şandiye wiha dibêje:
… Karasû, di vê demê de rojnamagerên dîplomatîk têra xwe geş bûne… Eşkere bû, Cengîz Çandar, rojnamavanekî diplomat e. Di mejiyê min de, pirsgirêka rojnamavanên dîplomatîk tune ye. Lê tiştên di çentên dîplomatan de bala min dikşîne. Gelo di çentê Mîhemed Elî Birand û Gunerî Civaoglu de çi hebû û Apo çi gotin xist çentê wan rojnamavanên dîplomatîk. Apo, gava bi van kesan re dikeve civînê, mirovê navendî yê PKKê Evdirehman Kayikçî derdixîne derve û hemî sirên Apo veşîrtî dimîne. Tu mafê rêveberiya me ya navendî tune ye ku bibe şirîkê sirên Apo. Em ji berhemên geşedana pratik de têdigehîjin ku dîplomasîya veşirtî dikeve pêşiya rêhevaltiya me. (Şener, M. 2014)
Li ser kuştina M. Şener, S. Çelîk wîha nivîsandiye:
“Yên ku dibin sebebê kuştina M. Şener, paşê derbasî Tirkîyê dibin. Evdirehman Kayikçî û Mistefa Bayraq (Feysel Esen) bi hevre Li Îzmît-Gebzeyê de di teksiya plaka wê 34FBM44 de bi guman ji alî polîsan tên binçavkirin. Di teksiyê de, bêtêl (telsiz), devançe, fîşek û kelepçe hene. Di parastina xwe de wîha dibêjin; em bi berdestkê Ewlekariya Sitenbolê Reşatê bi Hanifî Avci yê Serokê Daîre ya Îstihbaratê ve girêdayî dixebitin û ev amûranan jî wan dane me. Piştî lêpirsinek kurt, tu karê fermî nakin û wan berdidin. Vê agahiya min ji malpera Mihemed Eymurê ku Sergirdeyê MITê yê demekê bû, (niha ji MITê qetiyaye) (www.atin.org) stend. Li gor vê agahîyê derdikeve holê ku E. Kayikçî bi MITê re xebitî ye.” (Çelik, S. 2000)
Şamîl Tayar ji Y. Kuçuk dipîrse, Şemdin Sakik gotiye ku; ”Hemi serkirdeyên PKKê yên di wê demê de bi pejirandina Yalçin Kuçuk hatine wezîfedarkirin, gelo ev yek rast e?” (32.Gün. 2009) Yalçin Kuçuk vê pirsê bêbersiv dihêle.”
Piştî Apo hatiye wezîfedarkirin, Apo jî yên derdora xwe wezîfedar kiriye. Yên wekî wî wezîfe qebul kirine li jiyanê mane, yên qebul nekirine bi şiklekî ji holê hatine rakirin; yan hatine girtin, yan hatine kuştin û yan jî bêdeng mane xwe radestî îradeya Apo kirine.
Hevpeyvîna Neşe Duzel ya bi Evnî Ozgurel re balkêş e, hêjayî xwendinê ye:
Neşe Duzel: Tu dibêje min Apo li ofîsa MITê diye, gelo ev ne rêbazek psîkolojîk e, ji bo ku Apo bêrûmet û biçûk bixin, ev yek qet neket bala te?
Ewnî Ozgurel: Niha bêrûmetkirin û biçûkkirina Ocalan ne li gorî berjewendiyê dewletê ye. Dijî vê yekê, ez di wê bawerîyê de me ku, tevgêra Kurdî ji kontrola Ocalan derkeve, wê ji bo dewleta Tirkîyê tengasîyan bi xwe re bîne. Ger em ji hêla dewletê ve bi baqilî li pirsgirêkê binerin, Ocalan bi dewletê re di nava danûstendinê de ye, hevkarîyê dike, ji serokekî din ewletir e, fêda wî bêhtir e. Ocalan dibêje, ez ji bazarê re vekirî me. Naxwazim zêde Kurditîyê bikim. Neteweperwerîya Kurdî ezê sist bikim. Ê ev yek li gorî berjewendiyê dewletê ye.
Di sala 1993an de min jê pirsî, pirsgirêka Kurdi bûye pirsgirêka rant û pera tu çi dibêje? Got: rast e. Lê bi hêsanî nayê qedandin. Ger ez bixwazim vê yekê ji holê rakim, wê min tune bikin.
Neşe Duzel: Piştî te got, min Ocalan li ofîsa MITê diye, ji hêla serkirdeyên PKKê tu daxuyanî nehat kirin?
Ewnî Ozgurel: Na, ji MITê jî tu daxuyanî nehat kirin. Tu kesî tu tişt negot. Ji xwe dewletê ji mêjde jî heman tişt kirine. Di darbeya 12 Adarê de hemî lêşkerên darbekar bi dewletê re têkildar bûn. Qaşo ew endamên rêxistina çepgir bûn; tevên wan ji hêla ewlekarîya polîsan ve hatin wezîfedar krirn. (Ozgurel, E)
Apo jî di parastina xwe ya li Îmraliyê de wiha dibêje: “MITê em ango PKKê da avakirin. Bi awayekî ecêb me bikaranin. (Ulusal Tv, 1999)
Hin kes dibêjin gava Apo derbasî Suriyê bû ji kontrola dewletê derket, lê tu tiştekî vê yekê piştrast bike tune ye. Ji xwe bi rêya rojnemavan û sîyasetmedarên wek Dogu Perînçek, Yalçin Kuçuk, Avnî Ozgurel, Cengîz Çandar, Mihemed Elî Birand û gelekên wekî din kontrol û rêbertî ji bo Apo her dom kirîye. Tê xuyakirin ku Apo tucarî ji kontrolê derneketîye. Her carê hinek wezîfedar çûne rêberî jê re kirine. Çi tiştên ku dewletê jê xwestiye, Apo bi eşq û reza xwe kiriye û wê bike jî. Hewcedarî bi şopandin û têkildarîyek xurt tune ye. Yekî wezifê bidê hebe bes e. Roja hatiye girtin jî gotiye; “Ez ji xizmetê re amade me.” û ji Komisyona Parlementoyê re jî gotiye “Di mijara xizmetê de, ez li ser soza xwe me.”
Di şûna encamê de; ev hevokên di nameya Kesîre (kesayeta wê çiye, çawa ye tiştekî din) de balkêşin:
“Di kesayeta te de, di pratika te ya serokatiya rêxistina rizgariya netewî û di ferzkirina şer li ser gelê me de, derketiye holê ku armanca te ya herî girîng; di mejiyê gelê me de bêbaweriyekê, bêheviyekê û ji xwe dûrketinekê ava bike. Ev erîşek ewqas hovane ye ku gel û şoreşger ji bo rewşa ku ketinê wê ji xwe pêve tu kesî berpirsiyar negrin û dîsa wê bawerî û wêrekiya ku rabe ser pêya di xwe de nebinin. Bi vê yekê re wê gel ji berhev bikeve.
Paşê jî Apo bêje, ez ji tevgêra xwe û gelê xwe re çibikim, hun dibînin tevî hemî hewldanên min, ranebûn ser pêya û wêrekiya jiyanê rênedan, şerê ku min da destpêkirin heq nekirin. Piştî van gotinan wê Apo delingê xwe bihejîne û here mala xwe ya rasteqîn. “ (Yildirim, K. 1988)
ÇAVKANÎ
Akkoyunlu, M. B. (…). https://facebook.com/share/v/1CDQsqpRB/
Burkay, K. (2025). https://x.com/JACKLONDON2014/STATUS/195895700837758578?T=86
Çelik, S. (2000). Ağrı Dağını Taşımak, Frankfurt: Zambon Yayınları.
Dilipak, A. (2025). https://facebook.com/share/p/17SvaTyvYk/
Karer, B. (1999). PKK Nedir, Stockholm.
Mumcu, U. (1998). Kürt Dosyası: Umag Yayınları.
Öcalan, A. (1996). Devrimin Dili ve Eylemi. Weşanên Serxwebûn82.
Önkibar, S. (…). https://facebook.com/share/v/1ED3NGU37K/
Özgürel, A. (2007). Derin Devlet. (Neşe Düzel, röportaj Yapan)
Perinçek, D. (2025). Apo ve MİT. (M. Çoşkun, Röportaj Yapan)
Sayın, M. (1997). Erkeği Öldürmek. Bassel: Toprak Yayınevi.
Şener, M. (2014).
https://x.com/JACKLONDON2014/status/195602259744016926?t=IAItzjRzHGI16DODmROjTfw&s=08
TV, S. (2024). Karşı Karşıya. İpek Özbay. İstanbul: Sözcü TV.
TV, U. (1999). İmralı’daki Apo. https://youtube.be/KlmauYIKq_U?si=yHUnpaAIEirDGG0j
TV, X. (2022). PKK’nin Öteki Yüzü. https://youtube.com/live/DZEt-VVkvdA?si=zBxe-xzQtk6GwOWW
Yıldırım, K. (1988). https://x.com/TV Xanî/status/1912113330837127288?HOoQ&=08
[1] Ev qûlub di kontrola MITê de ye. Li vêderê ji bo çepgir û rastgira belavok dihatin nivîsandin, pirkirin ji bo belavkirinê jî digihandin kesên têkildar. (Sozcu Tv, 2025)
Li gor Avnî Ozgurel “yên tên vir û li vêderê dimînin ya endamên MITê ne, yan jî MIT bi wan bawer e. “
[2] Ulku Ocaklari: komeleyên MHP yên nîjadperestên Tirk.
[3] Komunizmle Mucadele Dernegi


