Îbrahîm GUÇLU
Şêx Melîk Firat neviyê Serokê Neteweyî Şêx Seîd Efendî yê Pîranî ye. Di sala 1937-an de li Erzorimê Navçeya Xinisê li gundê Kolhîsarê tê dinyayê.
Ew jî, di jiyana xwe de bi malbata xwe re zehemetî dikşîne. Loma jî di nav tade û zûlmê de dipije.
Şik tune ye ku wî jî, giraniya barê nav û Serhildana tevgera neteweyî ya Şêx Seîd Efendî kişandiye. Ji bona ku layiqî Şêx Seîd Efendî bibe, perwerdeya medreseyê xwendiye û pişt re jî dibistana Tirkan ya Kemalîstan qedandiyê.
Ew di xwendina xwe de kesekî gelek zîrek bûye. Ew fêrî gelek zimanan bûye. Di hemandem de filozof û teolog bû jî.
Ew di ciwantî û xortaniya xwe de di nav malbat û herêma xwede dibe kesekî navdar.
&&&&&&
Piştî ku kesên ji CHP a Atatirk ya Otorîter û Qetlîamçêkerê Neteweya Kurd veqetiyan, Partiya Demokrat (DP) ava kirin, diyar e ku wan xwestin ku bi kurdan re pêwendiyên xwe nerm bikin, bi gelek malbatên navdar yên ji Tevgera Rizgarîxwaz ya Kurdistanê re serokatî kiribûn re jî, danûstandin kirin. Him piştgirî ji wan xwestin û him jî xwestin ku ji wan malbatan jî parlamenteran hilbijêrin.
Şêx Abdulmelîk Firat di wî şert û atmosferê de ji bona parlamenterîyê “erê” dibêje. Lê salên wî ji bona ku parlementeri biçûk in – lewra dema dibe parlamenter 20 salî ye – mecbûr dibe ku salên xwe mezin bike.
Di hilbijartina 1957-an de jî di Partiya Demokrat de dibe parlamenter.
Ew di sala 1959-an bi girtina kîtlewî ya kurdan Doza 49-an re rû be rû dibe. Ew ji bona wî dibe derbayeke mezin ya siyasî û neteweyî û şexsî.
Ew parlamenterên din yên Partiya Demokrat dixwazin pêşiya vê karesatê bigrin,. Lê Dewletê, wê deme biryar daye ku 1500 Kurdan bigrin, beşek wan jî îdam bikin. Lê ew pêşiya îdama kîtlewî digrin, lê pêşiya girtina 49 kesan nikarin bigrin. Ji aliyekî de jî, ji vê re qenaaet tînin ku pêşiya îdaman hatiye girtin.
Wek tê zanîn ku Kemalîstan tehemulî Desthilatdariya Partiya Demokrat nekirin. Kemalîstan dîtin ku Partiya Demokrat derdikeve derveyî pîvan û normên Dewleta Kemalîst, bi destên leşkerên burokrat di 27ê Gulana 1960yî de kuteda/darbe çêkirin.
Endamên Hikûmetê, Serokkomar, Serokwezîr, hemû parlamenterê Partiya Demokrat li Yassi Adayê hepis kirin. Xalis Beg û Şêx Melîk û gelek parlamenterên din yên Kurd jî di nav wan de hepis bûn.
Wê demê Şêx Melîk Firat jî gelek tade û zûlmê dibine. Di encamê de ew sal û nîvekê hepis radizê û ji hepsê derdikeve.
&&&&&&
Ew di sala 1991-an de jî di partiya Demîrel DYPê de bû parlamenter.
Lê di DYPê de temena parlamenteriya wî zêde nebû. Wî dest ji DYPê û parlamenteri berda.
Pişt re xebata xwe ya Kurdîtî meşand.
&&&&&
Me bi hev re di 2003-an de partiya Kurd û Kurdistanî HAK-PAR ava kir. Ew bû serokê giştî yê partiyê. Ez jî û gelek hevalên din jî gor hiqûq û sîstema partiyê, bûn cîgir û alîkarên wî.
HAK-PAR li dijî Lozana Duyemîn ya Dewlet û PKK/Ocalan ava bû.
Bi modeleke nû ya hiqûqî ava bû. Hemû baskên Kurdî, di nav partiyê de cîh girtin.
Partî ne îdeolojîk bû.
Şirovekerarên siyasî yên Tirkan HAK-PAR wek ANAP a Kurdan bi nav kirin.
Lê dema ku partî hat ava kirin jî nexweşiya wî ya pençeşêrê hebû.
Wî heta sala 2009-an tehemmulî nexweşiyê kir.
Hezar mixabin di 29ê îlona 209-an de jiyana xwe wenda kir.
Wî wesîyet kir ku li Meclîsa Tirkan seramoniya wî bi ala Tirkan û çanda Tirkan ya Kemalîst çênebe.
Ew wasîyeta wî pêk hat.
&&&&&&
Ew kesekî teolog û fîlozof û pirrzimanzana bû.
Tê zanîn ku di gelek telewîzyonên Tirkan de beşdarî gelek bernameyan bû. Di her bernameyekê de jî, jêber xira dikir.
Gelek rojnameyan jî bi wî re hevpeyvîn çêkirin. Hevpeyvînê wî jî balkêş bûn.
Di encamê de wesîyata wî li Navçeya wî ya Xinisê li gundê wî li Kolhîsarê hat binax kirin.
Ez wî bi rêz û bi giramî bibîr tînim.
Ew her dem di bîra miletê me û her Kurdekî de ye.
Serê mîletê me û malbata wî û hezkirên wî û vatnaperwerên Kurdistanê sax be.
Tetwan, 29. 09. 2026


