Serokkomarê Îranê fermana vekirina înternetê da

Wezareta Pêwendiyan a Îranê ragihand ku Serokkomarê Îranêfermana vekirina înterneta navneteweyî daye.

Beşa Pêwendiyan a Wezareta Pêwendiyan a Îranê ragihand, “Serokkomarê ÎranêMesûd Pizîşkiyan fermana vekirina înterneta navneteweyî da.”

Ji 28ê Sibatê ve ango ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve înternetanavneteweyî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatibû birîn û 87 rojan bi wî awayî ma.

Serokê Komîteya Şirketên Nû yê Jûra Bazirganiyê ya Îranê Efşîn Kolahî li ser zererênqutbûna înternetê daxuyaniyek da û anî ziman:

“Zerera rasterast rojane 30 heta 40 milyon dolar e lê heger em zererên nerasterastên wekî qutbûna pêwendiyên bazirganî bihesibînin, ev mîqdar rojane digihêje 70heta 80 milyon dolarî.”

Bandora li ser jiyana xelkê

Wezîrê Pêwendî û Teknolojiyê yê Îranê Star Haşimî hişyarî dabû ku berdewamiya vêrewşê dê bandoreke rasterast li ser dahat û debara 10 milyon kesî bike.

Li gorî gotina wezîr, piraniya bazirganiyên online tenê dikaribûn 20 rojan li ber xwebidin û niha piraniya wan ber bi girtinê ve diçin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *