Serokê Giştî yê Partîya PWK Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata welatperwerê kurd kek Mehmet Vûral gelekî xemgînin

Welatperwerê kurd, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, dost û hevalê me yê hêja kek Mehmet Vûral îro ji ber nexweşîya xwe koça dawî kir.

Kek Mehmet Vûral ji 50 salî zêdetir e ku di nav refên azadîya Kurdistanê û xebatên mafê mirovan, xebatên sîyasî, sivîl, demokratîk de wek kadroyekî pêşeng cîh girtibû.

Em bi wefata kek Mehmet Vûral gelekî xemgînin.

Em sersaxîyê ji malbat, heval û hezkirîyên kek Mehmet Vûral re dixwazin.

Serê me hemûyan, serê gelê me sax be.
27.02.2026

Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *