Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir

Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran li gel endama Yekîtîya Jinên Kurdistanê LiSwêdê û Cîhgira Serokê Giştî yê PSKyê Selva Baksî, roja 16.05.2026ê, li Amedê seredana PartîyaWelatparêzên Kurdistanê (PWK) kirin.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, RifatSefali, Vahît Aba û rêvebirên PWKyê pêşwazîya heyeta Yekîtîya Jinên Kurdistanê kirin.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk ji bo seredanê spasîya Seyran Dûran û Selva Baksî kir. Seyran Dûran û Selva Baksî jî ji bo vê pêşewazîyê spasîya heyeta PWKyê kirin.

Di hevdîtinê de, Seyran Dûran di derbarê xebat û projeyên Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê de agahdarîyên berfireh da.

Heyeta PWKyê jî ji ber xebatên wan, Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê pîroz kirin û di doza mafênjinan û doza azadîya Kurdistanê de wek xebatên hêja û dilsoz nirxandin.

Herweha herdu heyetan di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê û kurdên li dîasporayê de bîr û rayên xwe pêşkêşî hevdu kirin.

Herdu heyetan pêwîstî û girîngîya lihevxwedîderketin, diyalog, piştgirî û hevkarîyên di navberapartîyên sîyasî, dezgehên sivîl û dezgehên jinên Kurdistanî de anîn zimên.

Hevdîtina Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran û en endama Yekîtîya JinênKurdistanê Li Swêdê û Cîhgira Serokê Giştî yê PSKyê Selva Baksî ya li gel heyeta PWKyê, diatmosfereke dostane, germ û berhemdar de derbas bû.

16.05.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *