Serok Barzanî îro di civîna xwe ya bi Cîgirê Balyozê Amerîkayê yê ÃŽraqê re derbarê azardana cotkarên Kurd got, “Azardana cotkarên Kurd li parêzgeha Kerkûkê nîşana zihniyeta ÅŸovînî ye.”
Serok Mesûd Barzanî û Cîgirê Balyozê Amerîkayê yê Îraqê Daniel Rubinstein civiyan.
Ofîsa Serok Mesûd Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Di civînê de bipêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li Îraq û Sûriyeyê hatin nirxandin û her wiha pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de jî hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de her wiha têkiliyên dawî yên bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re û serdana Şandeya Îmraliyê ya Hewlêrê jî hatin rojevê.
Li ser midaxeleyên li hemberî cotkarên Kurd ên li Kerkûkê Barzanî got “Tevgerên nebaÅŸ û azardana cotkarên Kurd li parêzgeha Kerkûkê nîşana zihniyeta ÅŸovînî ne û dîmenên komkujiya gelê me tînin bîra me.”
Serok Barzanî dubare kir ku “pêwîst e li ÃŽraqê di çarçoveya destûrê de li gorî prensîbên ÅŸirîkatî, hevsengî û lihevkirinê kar were kirin.”
Roja duşemê li gundê Şenaxeyê yê navçeya Sergeranê ya parêzgeha Kerkûkê cotkarên Kurd xwestin erdên xwe biçînin, lê artêşa Îraqê bi wesayîtên leşkerî rê li ber wan girt û ew azar dan.
Derbarê berxwedana cotkaran de, Serok Barzanî got: “Ez destxweÅŸiyê li wan Kurdên qehreman dikim ku li hemberî vê zordarî û destdirêjiyê berxwe dan û bila baÅŸ bizanin ku ew ne bi tenê û bê piÅŸtgir in û em dê bi hemû hêza xwe piÅŸtgiriya berxwedan û maf û daxwazên wan bikin.” (Rûdaw)