Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) vexwendineke fermî ji Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê wergirtiye ji bo danûstandinan li Şamê. Serkirdeyekî ENKSê dibêje, şanda ku dê biçe Şamê, ne şûngirê şandeke hevbeş a Kurdî ye.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso diyar kir, ku ew vê vexwendinê red nakin, lê tekezî li ser wê yekê kirin ku divê ti ÅŸandeyek li şûna nûnertiya giÅŸtî ya Kurdan nebe û got, “Em hevdîtinan red nakin, lê divê ev ÅŸand nebe bedîla ÅŸandeke hevbeÅŸ a Kurdî ku li ser bingeha Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ava bibe.”
Herwiha hat destnîşankirin ku divê tu aliyekî Kurdî ji vê vexwendinê netirse, ji ber ku lihevkirina di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) de ji xwe heye û divê danûstandin li ser wê bingehê bên kirin.
Berpirsê Rêxistina Asûrî ya Demokrat Gabreyêl Mûşê jî got: “Derbarê vexwendina gihiÅŸtiye ENKSê ji bo hevdîtina ligel Serokê qonaxa veguhêz, ez di wê baweriyê de me, em di qonaxeke veguhêz de ne û pêwîst e zêdetir danûstandinan bikin û nabe ti derfeteke danûstandinan jidest bidin ji bo veguhestina nerîna hemû pêkhateyan ji desthilatê re, li aliyekî din rêkeftin di navbera ENKS û PYD heye  û nabe ti kes ji vê vexwendinê bitirse.”
ENKSê di dawî civîna xwe de ragihandibû, ew pabendî derencamên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ne û tekezî li ser bihêzkirina rola Şanda Kurdî ya Hevbeş ji bo danûstandinên ligel Şamê kir, ji bo dabînkirina mafên Kurdan li Sûriyeyê di çarçoveya dewleteke demokrat nenavendî ya yekgirtî de. (K24)


