Tîmeka taybetmend ji Nivîsîngeha Vekirin û PiÅŸknîna Gorên Bikom a Bexdayê dest bi rêkarên piÅŸknîna teknîkî bo cihê gora “Åžerfedîn” li qezaya Åžengalê kir, bo berhevkirina vekirin û dîtina termên tê da.
Termên 67 qurbaniyên pêkhateya Êzdiyan di vê gorê de ne ku ji aliyê rêkxistina “DAÃŽÅž” ve li sala 2014ê hatibûne kuÅŸtin. PiÅŸtî rizgarkirina nahiyeya Sinûnê, termên wan hatibûne komkirin û di vê gorê de hatibûne danan, û heta niha kesûkarên wan li hêviya kirina piÅŸknînên fermî û qanûnî ne.
Sebah Sebrî, ku yek ji kesûkarên qurbaniyan e, diyarkir ku babê wî ji aliyê DAÎŞê ve li devera Xanesorê ligel komeka dî ya xwecihan hatibû kuştin, û daxwazkirina kesûkarên qurbaniyan bo vekirina wê gorê ji bo diyarkirina çarenvîsê wan û bidestveînana mafên wan e.
Ligel van rêkaran, nûtirîn amarên belgenameyî li ser encamên komkujiya Êzdiyan hatine belavkirin:
Gorên bikom: Tomarkirina 96 gorên bikom li Şengalê; karê vekirin û pişknînê bo 77 ji wan hatiye kirin, û 19 gor li hêviya karên meydanî ne, zêdebarî bi dehan gorên kitekesî.
Term û nasîn: Derxistina 857 terman, ku 296 ji wan hatîne nasîn û radestî kesûkarên wan hatîne kirin, û 561 term jî li Nivîsîngeha Pizişkiya Dadê li Bexdayê mane.
Pelên vekirî: Hêşta pelên 91 qurbaniyan nehatine yekalîkirin; 67 term ji gora Xanesorê, ku li Mezarê Şerfedîn hatibûne veşartin, bêyî kirina pişknîna DNA, û 24 term jî ji gora Berdiyê.
Revandî û rizgarbûyî: Hejmara giştî ya revandiyan gehişte 6.417 kesan, 3.647 ji wan rizgar bûne, û 2.474 kes hêşta winda ne. Herwesa rizgarbûna 29 kesan ji sêdaredanên bikom jî hatiye tomarkirin.
Encamên civakî: Tomarkirina 2.753 zarokên sêwî, wêrankirina 68 mezargehan û koçkirina nêzîkî 120 hezar Êzdiyan bo derveyê welatî. (K24)


