Sebebê Derbeyên Leşkerî û 12 Îlonê

Xidir USO

Divê hinek bûyer di bîra civakê de zindî bimînin, jibo ku civak ji bûyerê mîna wê re amadebin. Ji van bûyerên girîng yek jê jî derbeyên leşkerî ne!

Wek tê zanîn dewleta Tirk, piştî şerê Cîhanî I. Li ser kavilê dewleta Osmanî ya talanker û dagîrker avabû.

Ev dewlet, bi piştgiriya Ewropîyan, bi giranî ji alî lerşker û brokratên dewşirme yên bê welat û bê milet ku ji nuh de Enedol û Kurdistan dagîr kirin, ji xwe re welat û li ser vî welatî jibo dewleta xwe neteweyek bi qanûn û nîzam çêkirin.

Ne Enedol û Kurdistan warê Tirkan bû û ne jî civakên li ser van welatan bi gelemperî dijiyan Tirk bûn. Lê bi alîkariya Ewropîya û bi wan ve girêdayî netewe-dewletek plan kirin û li gorî wê dewletê neteweyek çêkirin. Navê dewletê danîn “Turkiye Cumhurîyetî” û navê milet danîn “Turk Mîlletî”(!) Gotin: “divê her kesê di nav sînorê dewleta me de bijî bibe Tirk. Di bin emrê dewleta me keve, bi tirkî bipeyive û bêje `ez tirk im`! Yên Mesîhî ya bibin Musluman û tirk, yan jî wê bên kuştin, belavkirin û tunekirin. Yên Musluman jî ya wê bibin tirk, yan jî bi komplo, serhildan û berahevdan ji hev bên belavkirin û tunekirin…”

Ev sed sal e ku dewleta tirk, vê sîyaseta xwe ya ji alî rêvebirên Îttîhat-Terakkî ve hatibû hizirandin û wek proje dabû ber xwe û piştre Kemalîstan pêk bi pêk berdewam kirin, anî heta îro. Piştî dest bi kuştin û belavkirina Ermenîyan, Rûman, Suryanan, Elawîyan û Ezîdîyan kirin, pêre Kurdên Serhedê yên Êzdî û Musluman bi hênceta êrîşên Rûs û Ermenîyan, bi xapandin, ew ji warê wan Serhedê bi dûrxistin, pirranî li rêyan telef kirin û yên din jî li warên biyanî belav kirin.

Pêşî nasname, ziman, çand, dîrok û hebûna Kurdan înkar û qedexe kirin. Jibo Kurdan ji warê wan derxe û belav bikin, bi komplo û nefikirin û koçberkirinên bi darê zorê kurd zorgayî serhildan û şîdetê kirin. Yên hêsîr kirin jî zimanê wan qedexe kir û di bin gef û lêdan, hefs û cezayên giran de girtin. Zarokên Kurd kirin kole-leşker û di dibistanên herêmî û yên din de cilê yek tîp li wan kir û got: “hûnê her roj sonda me û sirûda îstîklalê bixwînin!” Durişimê wan jî “Çi şanazîye yê bêje ez tirk im! Her tirk leşker çêdibe! Tirk bipesine, bixebite û ewlebe!”

Jibo ku alîkariya cîhanê bistinîn û çavê xwe ji vê hovîtî û zulma wan re bigirin, xwe kririn hevalbend û xizmetkarê hemî dewletên mezin û bihêz yên cîhanê. Kê rexneyek li wan girt, çûn rişwet pêşkêş kirin. Jibo têkevin “Yekîtîya Miletan” û NATO û bibin hevparên saziyên cîhanî û yên Ewropî her daxwazên wan bi cîh anîn.

Mesîhî, Êzîdî û Elawî bi giranî qedandin. Ermenî, Rûm û Laz jî qedandin. Tahlûka mezin ma Kurd. Him li sê perçê din Kurd hebûna xwe berdewam dikirin û him jî li nav wî hîna li welatê xwe bi mîlyonan Kurd bi ziman û çanda xwe dijîyan. Ev jî rêvebirên dewleta tirk hertim xist tirs û fikarê. Tu azînê wan bi temamî Kurd neqedand. Bi dewletên cîran re projeyên hevpar yên qedandina Kurdan sazkirin û meşandin. Jibo pêwendiyên civaka Kurdên her çara beşan ji hev biqetinîn, li sînoran qereqol, bircên leşkerî, têldirk û mayin danîn.

Dewleta Tirk, di salên 1946-47 an de, li dijî Komara Kurdistan ya Rojhilatê Kurdistan û tevgera Mistefa Barzanî, çi îmkanê wê hebû bikaranî; bi hevkariya dewletên Îran û Iraq û bi piştgirîya Rûsya, Amerîka û Îngîltere fetisandin. Di wan salan de Tirkî gelek peymanên herêmî yên leşkerî û navnetewî yên ewlekarî, sîyasî û aborî çêkir.

Piştî vegera Mistefa Barzanî ji Sovyetê ku rejima Iraq û Mistefa Barzanî (1958-60) bi hinek peymanan li hevhatin û nasnameya Kurdan di makezagona Iraq de hat naskirin, dewleta tirk, li dijî Iraq û tevgera Kurd gelek karên dîplomasî meşand. Ev jî ne bes bû, jibo bandorê li Kurdên Bakur neke û ew jî nekevin tevgerek azadiyê, di 27 Gulan 1960 de derba leşkerî pêkanîn, 500 kesên bi pirranî rewşenbîr, rêber û kesayetên civata Kurd bûn. bêyî ku sebebekê rêbidin û bê daraz girtin, wan bi cezayê giran û îdamê tehdît kirin.

Piştî li her çar perçên Kurdistanê Partîyên Demokrat ên Kurdistanê (PDK) (1945-46-57-68) avabûn û Kurdistana Başûr mafê Otonomîyê bidestxist, dewleta tirk ket nava tevgerê. Ji alîkî de jibo xerakirina otonomîya Kurdistan, bi dewletên Îran, Iraq û Sûrî re ket têkiliyên dîplomatîk; ji alîkî de jibo dîktatorîya Kemalîst biparêze, bi rêya sîxurên xwe, li dijî Amerîka û NATO çepgirên xwe xistin tevgerê; ji alîkî dest bi operasyonên nava dewlet û hukumeta xwe kirin; Wezîr û Serokwezîrê xwe darvekirin; ji alîkî jî êrîşî welatperwer û rewşenbîrên Kurd kirin, ew avêtin îşkencexane, qereqol û hefsxanan.

Piştî xerabûna Otonomîya Kurdistan ku ”Qiyada Muwaqat”, Rêvbiriya Demkî ya Partiya Demokrata Kurdistanê di Gulan 1976an dest bi şerê çekdarî kir. Ev li perçê Kurdistanê yê din bu egerê bilindbûna hestên neteweyî. Loma PDKS û PDKT û Rojhilatê Kurdistan jî piştgirî û alîkarîya maddî û lojîstîk da Qiyadê.

Li Bakurê Kurdistanê, her çend tevgera Kurd bi ber bayê îdeolojiyan ket jî partî û rêxistinên Kurd bi giranî rêxistiniya serbixwe, serxwebûna Kurdistan û yekîtîya çar beşê Kurdisatn asas girtin. Her rêxistinek bi deh-hezar û sedhezaran endam û alîgirên wan çêbûn. Ev jî dewleta tirk xist fikarê û tirsa ji tevgera Kurd. Loma dewleta tirk jibo pêşî li tevgera rizgariya Kurdistan bigire, destbi amadekirina derbeyek leşkerî û êrîşa ser miletê Kurd û belavkirina civaka Kurd ji Kurdistanê kir.

Jibo xapandina rayagiştî, ji alîkî de li bajarên tirkan Çepgir û Rastgir bera hevdan, sandîka xistin grevan, cîh-cîh dest bi tevkujiya xwendevan û Elawîyan kir, ji alî din jî bi rêya PKK destbi êrîş û kuştinên dijî eşîret û hemî partî û rêxistinên Kurd kir.

Du armancên esasî ya Cunta 12 Îlon 1980 hebû: yek jê tahlûka tekoşîna rizgariya neteweya Kurd ji navbibe; ya din jî rejîma dîktatorîya faşîst ya Kemalîst nuh û xurttir bike.

Jibo bi tûmî ji pirsa Kurd xelas bibin, gerek terorek dûr û dirêj ya ji nuh de dagîrî, ji hev birrkirin û berahevdana Kurdan, hefsxane, îşkence, şîddeta ser civatê, asîmîlasyon, kuştin, komployên tunekirinê û koçberkirin, di dawîn de jî radestgirtin û berdewamiya terorek perdekirî!…

Xidir USO

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *