S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“!

Şandek PDK-Bakûr di zîndanê de serdana Salahattin Demirtaş kir!

Ev demek dirêje, li ser rewşa HDP û têkilîyên Îmralî bi Qandîl re û çawaya mîsyona „sîyaseta tirkîyebûnê“ nûçe derdikevin. (Wê HDP bêt girtin û bi destê Îmralî, partîyek nû bêt avakirin, an wê rêyek din a nû bêt dîtin!); Twîterên Salahattin Demirtaş mijarê derdixe ber guftûgoyê.

-Gelo wê HDP ji terefê Îmralî de bêt girtin û partîyek nû ava bibe?

-HDP çiqa bi Îmralî re ye û çiqa bi Qondîl re?

-Gelo rast e, di navbera Îmralî û Qendîl de nakokî hene?

-Gelo rast e, wê Îmralî û Dewleta tirk bi hev re HDP bidin girtin, ji bona partîyek nû ava bikin û xwe „nû“ bikin, Wê çi stratejîyê bimeşînin?

Di vir de em dikarin li ser twîtterên salahatîn Demirtaş û serdana şanda PDK-Bakûr rawestin! Di vê serdanê de mesaja girîng ku dide çî ye?

Çima S. Demirtaş dixwaze ku hemû hêzên milî yên kurdan beşdarî konsepta tirkîyebûnê bibin?

Wek ku em dizanin, Salahattin Demirtaş û mîsyona ku dane wî, „tirkîyebûna sîyaseta Kurd“ e. Di vê mîsyonê de jî, HDP û Salahattin Demirtaş, rolekî girîng lîstin û dilîzin. Tevgera Kurd a sivîl radestî dejenerasyon, asîmilasyonê û entegrasyonê kirin. Ji xeynî Kurdan; bi rêka HDP, herkesî û her hêzê ev dînamîzma Kurdan a sivîl ji xwe û armancên xwe re bikar anîn.

Ji ber têkilîyên Îmralî û îktîdara tirkîyê,

Ji ber têkilîyên PKK bi Îran û Sûrîyê re,

Ji ber nakokîyên di navbera van herdû têkilîyan de bandorek li ser HDP çêbû. Dewleta tirk, li beşek ji van têkilîyan hat xezebê. Mafê wekîltîyê ji wan hat stendin. Hatin girtin û ketin zîndanan. Beşek ji wan li Ewrûpa bûn penaber. Xeta „tirkîye bûnê“ ku bi HDP re li ser stratejîya dewleta tirk, ku Asîmîlasyon, dejenerasyon û Entegre kirina kurdan dimeşe, li gor dilê dewletê nemeşîya. Ji ber ku beşek mezin ji kurdan li dervî vê sîyasetê man û her çiqas tevgera milî ji hêla girseyî de bê piştgir û hêz bû jî, mesajek cûda û hêvî dan miletê Kurd. Vê jî her, serkevtinên dewleta tirkan di nav kurdan de, yên girseyî xist bin tehlûkê.

Mijara divêtîya guhertinên nav vê xetê, an jî „nûkirina“ vê xetê ji vir derket holê.

Di vir de rol dane Salahattin Demirtaş:

Di navbera Demirtaş û Îmralî de çi hevdîtin çêbûne, çi lihevhatin pêkhatine, ez nizanim û bi fermî ne dîyar in! Lê a dîyar ew e ku, em baş dizanin stratejîyek ji bona  „nûkirina vê xetê, an bihêzkirina vê xetê“ dane Salahatîn Demirtaş. Ez vê ji Twîterên Salahattin Demirtaş û ji serdana şanda PDK-Bakur a zîndanê dizanim.

Çi mijar di navbera şanda PDK-Bakur û Demirtaş de derbas bû? Çi axivîn û çi mesaj dan hev? Di van pirsan de a girîng mesaja geşkirina  „xeta Sêyemîn“ a stratejîya ku danîne ber S. Demirtaş e! S. Demirtaş, dixwaze bi vê projeya  „xeta Sêyemînxwe îspat bike û mercên azad kirinê bidest bixe.

Ev proje li ser çi dimeşe?

Di hilbijartinên Tirkîyê, yên giştî û serokkomarî de, dixwazin hemû hêzên milî yên Kurdistanê, Çepên tirkan, beşek ji elewîyan, tevgera îslamî bigihînin cem hev û wek blokekê têkevin hilbijartinan; ku Demirtaş îspat bike, ji dervê wan tu kes nemaye û herkes ketîye bin xizmeta stratejîya tirkîyeyîbûnê. Di hevdîtina bi şanda PDK-Bakûr re, ev mijar hatîye guftûgo kirin. Demirtaş ji şandê re daxwaz kirîye, ku di nav vê projê de cîh bigirin. Demirtaş eşkere kirîye; „ku hemû hêzên kurdan di vê projê de cîh bigirin û dengekî cûda li dervê vê projê nemîne, wê ev helwest bandorek mezin çêbike û emê biserkevin.“(!)

Xuyaye endezyarên girseyî yên dewleta tirkan, carek din derketine holê û bi dû projeyên  „nû“ de ne ku; wê çawa tevgera Kurd a milî jî bikişînin nav van dehf û xefikan, ji bona ku dengên cûda dernekevin û kesek ji dervê stratejîya asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegresyonê a dewleta tir nemîne.

Di vir de; rolekî mezin dikeve ser milê rewşenbîr, nivîskar, xwedîhêz û sîyasetmedarên milî yên Kurdistanê. Divê li henber vân dehf û xefikên dewleta tirkan, -ku bi rêka HDP, Îmralî, PKK û mîsyonerên wek S. Demirtaş- hişîyar bin û di nav de cîh negirin. Armancên vê „xeta sêyemîn“ deşîfre bikin. Nehêlin ku dînamîkên têkoşîna rizgarîya Kurdistanê pêşkêşî stratejîya dewleta tirk bibin.

17.04.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *